Havîn dirêj dibe

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 1 Nîsan 2021 - 00:32

Li gorî lêkolîna saziya bi navê "Advancing earth and space science" ji ber germbûna kurewî her ku diçe rojên havînî zêdetir dibin. 

Di lêkolînê de lêkolan dêhna xwe dane ser guherînên di navbeyna salên 1952-2011'an de. Li gorî lêkolînê hijmara rojên havînî di navbeyna 78-95'an rojan de diçe û tê, ew rojên din ku mirov dikarîbû tevlî demsalên din bike, kêmtir bûne.
Rojên ku dikarin tevlî biharê bibin berê 124'an roj bûn, niha bûne 115.

Rojên payizê ji 87'an daketine 82'yan, yên zivistanê jî ji 76'an daketine 73'yan bûne.

Li gorî lêkolînê havîn her diçe zûtir dest pê dike.  Yek ji sedemên sereke yên germbûna cîhanî di serî de CO2 û gazên bi tesîra serayê ye. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.