Hevkariya bi Tirkiyê re îxanet e
Duşem 29 Tîrmeh 2024 - 01:50
Tevgera Goran dijî êrîşên dagirker ên Tirk ên li ser Herêma Kurdistanê daxuyanî da. Encûmena Foruma Tevgera Goran diyar kir divê Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê û ya Bexdayê rê li dagirkeriya Tirk bigirin û got hevkariya bi dewleta Tirk re îxanet e.
Êrişên dewleta Tirk ên li Herêma Kurdistanê û Iraqê dane destpêkirin, bi hevkariya Barzaniyan berdewam e. Li gorî nûçeya Rojnewsê, her ku diçe ji ber bêdengiya hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê, dagirkerî û êrişên dewleta Tirk berfirehtir û kûrtir dibin.
Bi çarçoveya bertek û helwestên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û xiyanetê de, her wiha bombebarankirina gundên li sînorê îdareya Soran, Encûmena Forumên Tevgera Goran yên li bajarokên Soran, Çoman û Rewanduzê, daxuyaniyek belav kir.
Divê Hikûmeta Herêmî li Tirkiyê bigire
Di daxuyaniyê de wiha hate ragihandin: “Em êriş û dagirkeriya rejîma Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê giştî bi taybet li sînorê îdareya serbixwe ya Soran di nav de Biradost, Çoman û Rewanduzê şermezar dikin. Parastina sînor, xak û asîmanê Herêma Kurdistanê erkê hikûmeta Federal û hikûmeta Herêma Kurdistanêye, divê bi erkê xwe rabin û rê li leşkerên dagirker ên Tirk bigirin.
Hevkariya bi Tirkiyê re îxanet e
Em bang li Nûnertiya NY’ê ya li Iraqê, konsol, nunerên welatên piştgiriya gelê Kurd dikin, Civata Nûneran, partiyên siyasî, rêxistinên mafên mirovan û civaka sivîl dikîn ku helwestê nîşan bidin. Bi erkê xwe rabin û li dijî leşkerkêşan û dagirkeriya dewleta Tirk tedbîrên pêwîst bigirin, da ku serweriya xaka Herêma Kurdistanê neyê binpêkirin, yasayên navdewletî neyên binpêkirin, welatiyên me şehîd û birîndar nebin, gund neyên valakirin û zeviyên xelkê neyên şewitandin.
Her aliyek li Iraq û Kurdistanê hevsozî yan jî hevkariya êrişa Tirkiyê bike, weke xiyanetek netewî tê dîtin.”
MA