Rizgarî felsefeya jin jiyan azadî ye
În 20 Hezîran 2025 - 03:30

Cîgirê Serokê Akademiya Siyaset û Fikra Demokratîk a Kurdistanê ya Zaxoyê Dr. Kamûran Berwarî rageşiya li Rojhilata Navîn û şerê Îsraîl-Îranê nirxand. Berwarî, anî ziman ku divê tiştên di navbera her du dewletan de diqewimin weke “Pevçûna leşkerî ya di navbera du dewletan de” neyê nirxandin û got ku di piştperdeya êrişan de planên kûr hene. Berwarî, diyar kir ku bi êrişên dawî re herêm ketiye nava dorpêçeke pevçûnan û got:’’Rageşiya di navbera Îran-Îsraîlê de ne tenê pevçûneke di navbera dewletan de ye, di heman demê de veguherî polîtîkayeke dorpêçkirinê ya berfireh ku gelan hedef digire. Ev rewş, ji hêla DYE û hêzên navendî yên rojavayî ve veguherandin polîtîkayeke şer a nû. Welatên bûne parçeyeke şer, mecbûr in pozîsyona xwe ya nû li gorî van pevçûnan pênase bikin.”
Ew ê eniyên nû vebibin
Berwarî destnîşan kir ku Kurdistan tam li navenda şer cih digire û got:“Balafirên şer û fuzeyên her du aliyan jî li ser Kurdistanê tên û diçin. Li ser başûr û rojhilatê Kurdistanê xetereyeke cidî heye. Dibe ku şer belavî welatên cuda bibe. Ji ber ku niyeta Îsraîlê ew e Pakistan û Çînê jî bikişîne nava vî şerî. Ji bo lihevkirina Pakistan û Hindistanê çendek hewldan çêbûn. Lê belê Pakistanê bersiveke pir tund da Hindistanê û gelek balafirên wê yên şer xist. Piştre jî DYE mudaxil bû û şer da sekinandin. Armanca dewletên kapîtalîst ew e ku tevahiya dewletên Ereb; Pakistan, Hindistan û Efxanistanê, heta Çîn û Rûsyayê bikêşin nava vî şerî. Li gorî hevdîtinan wê şer berfireh bibe û wê eniyên nû bên vekirin.”
Îran di nava lewaziyan de ye
Berwarî daxuyand ku Îsraîlê demekî dirêj bû plana êrişên heyî dikir û got:“Ev plan, çendek sal berê hatibû amadekirin. Lêbelê tu amadekariyên Îranê ji bo van êrişan nebû. Bi qasî ku em dişopînin, îstîxbarata Îranê û teknîka wê ya leşkerî pir qels e. Îran, di nava zeafan de ye. Li nav Îranê dedorek û komek ji bo Îsraîlê dixebite. Lêbelê Îran heman tiştî nikare li Îsraîlê bike. Îran, ji bo van êrişan amade nebû ji ber ku beriya bi DYE’yê re rûnê, nedizanî wê Îsraîl êrişeke wiha bike. Îran, ji êrişên Îsraîlê zêdetir, bi hevdîtinên çekên nukleerî yên bi DYE’yê re mijûl bû. Lê Îsraîlê çekên xwe yên teknîka wan herî bilind bi kar anî û Îran ji hev belav kir.”
Paradîgmaya Ocalan rêya rizgariyê ye
Akademîsyen Berwarî anî ziman ku êrişên dawî ji bo guherîna civakî ya li Îranê firsend afirandiye û got:“PJAK’ê di daxuyaniya xwe ya berfireh de got ku wê bi felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ daxilî pêvajoyê bibe. Bêguman dema ev şoreş pêk hatî hemû gelên Îranê piştgirî dan. Tekane rêya xelasiyê ya Îranê, ev felsefe ye. Divê Îran vê felsefeyê esas bigire û li ser vê bingehê guhertinê bike. Ew ê Kurd li Îranê jî bibin xwedî rola pêşeng. Hikûmeta Îranê divê bi Belucan, bi Kurdan, bi Eceman re bê gel hev û dest bi avakirina welatekî demokratîk bike. Divê pergaleke konfederal û demokratîk were avakirin. Paradîgmaya çareseriyê ya Rêber Apo, temînata aştiyê ye. Li Rojhilata Navîn tu hêzan bi tunehesibandina paradîgmaya Ocalan nekarîn çareseriyê pêş bixin. Ne Ewropa, ne welatên Rojhilata Navîn ne jî welatên Ereban nekarîn ji bo pirsgirêkan çareseriyekê peyda bikin. Tekane tişta pêş xistin, şer e, çek in, tirs e, dagirkerî ye, tunekirin e. Lewma paradîgmaya Serok Ocalan di vê qonaxê de dikare bêhnê bi Sûriye, Tirkiye, Irak, Îran û Lubnanê bide standin. Dikare civakeke demokratîk were avakirin û hemû gel bi paradîgmaya Ocalan bijîn. Heke li Îranê konfederalîzma demokratîk neyê avakirin wê Îran parçe bibe û tu caran nikare xwe komî ser hev bike. Dê dawiya wê mîna ya Sûriyeyê be.”
MA/ZEYNEP DURGUT












