Serketî çima dereng dixin?
Duşem 23 Hezîran 2025 - 03:15
Di Cotmeha 2024’an de hilbijartina dema şeşem a parlementoya Herêma Kurdistanê hat lidarxistin. Di wê hilbijartinê de PDK’ê, YNK’ê û Tevgera Nifşê Nû piraniya kursiyên li parlementoyê bi destxistin. Du meh piştî hilbijartinê her sê partiyan ji nûve dest bi danûstandinên li ser avakirina hikûmetê kirin. Piştre parlementoyê yekem civîna xwe lidarxist û parlementeran sonda yasayî xwarin. Parlementerê herî bi temen ku yê Tevgera Nifşê Nû ji bo demkî wek serokê parlementoyê hat hilbijartin. Lê di civîna duyem a parlementoyê de Tevgera Nifşê nû bi lihevkirinek veşartî ya li gel PDK’ê û YNK’ê civînê terikand. Vê nêzîkatiya Tevgera Nifşê Nû derengxistina avakirina hikûmetê ji bo PDK’ê û YNK’ê asantir kir. Ji bo wê ev yek di aliyê yasayî û rêziknameya navxwe ya parlementoyê de karekî neyasayiye. Ji ber vê çendê jî parlementoya Herêmê girtî maye, ji bilî wergirtina muçe, parlemento ti karek din nake. Piştî gelek hevdîtin û civînên navbera PDK’ê û YNK’ê hat ragihandin ku li ser siyaseta rêvebirina hikûmetê lihevkirin çêbûye, ya mayî tenê postên hikûmetê ye. Lê piştre civînên navbera her du aliyan ji ber israra wan a di hin postên hikûmetê de sekinîn.
PDK’ê hin post û wezaretên hikûmetê ji xwe re wek xeta sor daniye, ew jî Serokatiya Herêmê, Encûmena Asayîşa Herêmê, Wezareta Karên Hindir, Wezareta Çavkaniyên Xwezayî û çend post û wezaretek dinin. Lê YNK jî daxwaza hin ji van postên ku PDK’ê wek xeta xwe ya sor nîşandane dike. Ev xetên sor yên PDK’ê avakirina hikûmetê hîn zêdetir dereng dixe.
PDK û YNK di xwe de israr dikin
Li aliyê din Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî bi daxuyaniyên xwe pirsgirêkan ji giftûgoyên li ser avakirina hikûmetê re derdixe û dibêje:“Divê encama hilbijartinê bibe bingeha avakirina hikûmetê û bi ti rengî sîstema 50 bi 50 qebûl nakin.”
Di beramber de Serokê YNK’ê Bafil Talebanî di salvegera damezrandina partiya xwe de bersiva Barzanî da û diyarkir ku YNK li ser daxwazên xwe yên ji bo avakirina hikûmetê gav bi şûnde navêje, tişta ew daxwaz dikin divê wekî xwe pêk were.
Piştî van daxuyaniyên serokên PDK’ê û YNK’ê, giftûgoyên ku li ser avakirina hikûmetê di navbera her du aliyan de hebûn, rawestiyan. Piştî wê êrişa Îsraîlê ya li ser Îranê dest pê kir. Vê çendê jî hişt ku PDK û YNK hewldanên ji bo avakirina hikûmeta herêmê rawestînin. Heta niha jî ti tevgereke wan a ji bo avakirina hikûmetê nîne û bêdeng in. Ji sala 1991’an ve li Herêma Kurdistanê ti hilbijartin û avakirinên hikûmetan ya li gor dema wê ya yasayî hatî diyarkirin, pêknehatine. Hertim ji ber nakokiyên aliyan yên li ser wergirtina postên hikûmetê dereng ketine. Yên ji vê çendê zererê dibînin jî tenê welatî ne û di nava qeyranan de jiyan dikin. Heta niha ti tevger û giftûgoyek li ser avakirina hikûmetê li holê nîne. Li aliyek muçexwir muçeyê wan ji aliyê Bexdayê ve hatiye birîn û hikûmet xwe lê bêdeng kiriye, naxwaze bi dahata navxwe muçeyê karmendan bide. Li aliyê din jî parlemento ne çalake da ku çavdêriyê li ser hikûmeta ku ti rewabûna wê ya yasayî nîne bike. Di vê bêdengiyê de welatiyên Herêmê zerermendên yekem ên vê rewşê ne.
ROJNEWS