Pêvajo wê encamên baş bînin

Şemî 14 Hezîran 2025 - 03:35

Mamostayên olî yên Başûrê Kurdistanê piştgiriyê didin pêvajoya çareseriya demokratîk ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin û gotin, “Pêvajoya aştiyê li Bakurê Kurdistanê ku niha tê meşandin, dê encamên baş bi xwe re bîne.”

Mamostayên olî yên bajarokê Xurmal yê girêdayî parezgeha Helebce û navçeya Seyîdsadiq ya parêzgeha Silêmaniyê balê dikêşînin ser girîngiya pêkvejiyana gelan di nav aştî û aramiyê de û di vê çarçoveyê de axivîn.

Pêşnivêj û gotarxwînê Mizgefta Mezin ya bajarokê Xurmalê Mamosta Ebdullah Heme Mûrad têkildarî afirandina netew, reng û zimanên cuda di Qur’ana pîroz a Îslamê de wiha got; “Xwedayê mezin di Qur’anê de dibêje, ‘Me hemû gel, netew, rû-rengên cuda çêkir daku bi hev re bijîn, hezkirin di navbera wan de hebe û dîroka hevdû bixwînin. Di ola Îslamê de weke teqwa û ayîn (îbadet) tekeziya girîngiya  pêkvejiyanê hatiye kirin daku hemû gel û netew bêyî cudahiya ziman, fikir û rengan bikaribin bi hev re bijîn.”

Di dawiyê de Mamosta Rêbwar Belxeyî li ser pêvajoya çareseriya demokratîk li Bakurê Kurdistanê bi geşbîniyê axivî û got: “Gelek geşbînim bi pêvajoya aştiyê ya li Bakurê Kurdistanê. Qonaxên xebat û têkoşîna gelê me, ji serdemekê bo serdemekî din cûda ne. Qonaxek hebû ku pêdivî bi çekan hebû, qonax jî heye ku nivîsîn û pênûs kar dike. Ji ber vê yekê pêvajoya aştiyê li Bakurê Kurdistanê ku niha tê meşandin, dê encamên baş bi xwe re bîne.”

 SEYÎDSADIQ-ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.