Merasîma nîşandana belgefîlma bi navê “Nîştimanê Çîrokan” li ser dîroka komkujî, karesat û berxwedana Qeladizê û herêma Pişderê li Qeladizê hate lidarxistin.
Belgefîlma bi navê “Nîştimanê Çîrokan” îro li bajarokê Qeladizê yê ser bi Îdareya Serbixwe ya Raperînê ve hate nîşandan.
Belgefîlma ku senaryoya wê ji aliyê Nalî Pişderî ve hatiye nivîsandin, li ser karesat û berxwedana bajarokê Qeladizê û herêma Pişderê hatiye çêkirin. Armanc ewe ku dîroka karesat û berxwedana Qeladizê û herêma Pişderê bi giştî were nîşandayîn û nîqaş kirin.
Belgefîlm karesata 26’ê Hezîrana 1989’an ji aliyê rejîma Baasê ve pêk hat nîşan dide. Di vê dîrokê de niştecihên Qeladizê bi darê zorê hatin koçberkirin û li kampên kar bi darê zorê hatin bicihkirin, bajarok hate hilweşandin û veguherî herêmeke qedexekirî.
Di 24’ê Nîsana 1974’an de, rejîma Baas a Iraqê sînorê di navbera bajarokê Qeladizê û Zanîngeha Silêmaniyê de bombebaran kir, di encamê de 467 kes ku xwendekar û mamosteyên Zanîngeha Silêmaniyê jî di nav wan de bûn, hatin qetilkirin û birîndarkirin.
Belgefîlm ji aliyê beşdaran ve bi germî hate pêşwazîkirin, ku armanc dike dîrok û berxwedana trajîk a bajêr nîşan bide û bibîr bîne.
ROJNEWS/QELEDIZÊ