- Hevgirtina Rheinmetall Entwaffnen kampa xwe ya îsal li Kasselê li dar dixe. Wê di dema kampê de jî çalakiyên xwe dewam kirin û karkerên fabrîkeyên sîlehan agahdar kirin. Wê li ser daxwaza polêsê Kasselê posterekî mezin ê Ocalan jî daliqand.
Bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, endamên Hevgirtina Rheinmetall Entwaffnen (Bikin ku Rheinmetall sîlehên xwe deyne) kampa xwe ya antîmîlîtarîst li bajarê Elmanyayê Kasselê da destpêkirin û dewam dike. Di her du rojên destpêkê yên kampê de beşdaran hem agahî bi hev re parve kirin û hem jî çalakiyên di çarçoveya kampanyayê de meşandin. Kampê bi kafeyeke dijberê şer, dest pê kir.
Sêşeman bihurî ji bo “kafeya dijberî şer”, aktîvîstan xelkê derdora kampa xwe vexwendin da ku bi wan re qahwê vexwin û kulîçeyan bixwin.
Vê hevgirtina dijberê şer, pêşî agahî li ser kampên salên bihurî dan û gotin, ka ji bo çi ev çalakî nexasim jî li Elmanyayê gelekî giring e: Sîlehên Elman difiroşin gelek welatan û di şeran de ew tên bikaranîn. Di dawiya vê civîna bi xelkê cîranî kampê re pirs hatin kirin û li bersivên muhtemel hat gerîn ji bo dinyayeke bê sîleh.
Piştî civîna bixêrhatinê li ser rewşa dinyaya û nexasim ya li Kurdistanê û Ukraynayê forumek hat lidarxistin. Di forumê de nûnerên rêxistina femînîst “Gemeinsam Kämpfen (Bi hev re têbikoşin)”, Akademiya Modernîteya Demokratîk û Hevgirina Rheinmetall Entwaffnenê amade bûn.
Ne karker şirketa sîlehan sûcdar e
Dîtira rojê, beşdarên kampê sibehê zû beriya ku karkerên Rheinmetallê dest bi karê xwe bikin, çûn devê deriyê fabrîkayê û bi belavokan hatin agahdarkirin ku çalakiyên wan ne li dijî karkeran in, û şirketên sîlehan ên weke Rheinmetallê li seranserê dinyayê di nava şeran de cihê xwe digirin. Bikaranîna tankên Leopard jî nexasim nîşan dide ka di şerê li dijî Kurdistanê de Rheinmetall bi dewreke çawa radibe.
Dijberiya şer û înternasyonalîzm
Piştre bernameya çarşemê bi serî ve tijî bû: Li nav çar konên atolyeyan de di heman demê de semîner hatin dayîn.
Naveroka wan li ser perspektîfên înternasyonalîzmê bi qisekerê ji Welatê Baskê bû. Li wir derket pêş ku înternasyonalîzm divê timî çend tebeqe û tew be. Yanî ne tenê ji hev hînbûn muhim e, lê li cihê ku înternasyonalîst lê divê karibin xwe qenc bi cih bikin û têkoşîna xwe xurt bikin.
Piştre jî li ser mijara “şerê taybet” minaqeşe hatin kirin, nexasim jî di peywenda Kurdistanê de. Wekî din qisekeran behsa xwebirêxistinkirina xweser a femînîst, têkiliyên bi tevgera edaleta avhewayê kir û behseke rexnegir a li ser bajarê Kasselê weke bajarekî sîleh çêkirinê jî hebû.
Piştî nîvrojê jî şideta cinsîkirî û zextên elaqedarî wê hatin minaqeşekirin. Qisekerekê di vê çarçoveyê de behsa rejîmên sîleh û çekdarîkirinê yên li Sahel û bakurê Efrîkayê kir.
Beşdariyeke baş
Di kampê de wekî din çalakiyeke li ser “Black Definition Matters (Terîfa ku mirovên reş dikin muhim e)”, mijarên hayjêhebûnê û înterseksiyonalbûnê jî hatin li dar xistin. Çalakiyeke din jî “World Café” li ser mijara “Têkoşîn mirovan digihînin hev” bû. Piştre jî li ser çalakiya îro minaqeşe hat kirin.
Tevahiya çalakiyan ji hêviya organîzatoran bêhtir xelk ber bi xwe ve kişandin û beşdariya kampê jî gelekî baş bû. n
Dilê polêsê Kasselê nehiştin
Organîzatorên kampa li dijî şer a li Kasselê wekî din agahdariyek jî parve kirin. Wan got, di sînordarkirinên polêsê bajêr ê Kasselê de ji bo ku qaşo zêde wêneyên Ocalan neyên nîşandan, li ser wan hatiye ferzkirin ku “herî zêde tenê yek wêneyê mezin ê Ocalan (û gelekên piçûk)” nîşan bidin.
Organîzatoran got, wan dilê polêsê bajêr nehiştiye û posterekî mezin ê rêber Abdullah Ocalan li ser yekê ji konên çalakiyan daliqandiye.
NAVENDA NÛÇEYAN