Li Berlînê li dijî sîlehên kîmyewî

Nûçeyên Dîaspora

Sêşem 15 Mijdar 2022 - 02:15

  • Li paytexta Elmanyayê Berlînê, li dijî bikaranîna sîlehên kîmyewî Înîsiyatîfa li dijî Bikaranîna Sîlehên Kîmyewî li Kurdistanê hat damezrandin. Înîsiyatîf dibêje, ew ê ji bo şikandina bêdengiya navnetweyî têbikoşe.

HAKAN TURKMEN / BERLÎN

Dewleta Tirk ji destpêka xwe ve zilmeke nedîtî dike û nexasim jî li dijî gelê Kurd gelek sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê dike. Dinya jî xwe li van sûcan kerr dike. Sîlehên kîmyewî li Dêrsimê salên 1937 û 1938´an hatin bikaranîn, niha jî li dijî Rojavayê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê tên bikaranîn. Li dijî van sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê, li paytexta Elmanyayê Berlînê 11´ê Mijdarê Înîsiyatîfa li dijî Bikaranîna Sîlehên Kîmyewî li Kurdistanê (Initiative gegen Einsetzung der Chemische Waffen in Kurdistan) hat damezrandin. Di damezrandina înîsiyatîfê de Federasyona Kurdistana Azad a Rojhilatê Elmanyayê (FED-KURD), Meclîsa Jinan a Berlînê Dest-Dan, Meclîsa Kurdistaniyên Azad a Berlînê (Nav-Berlîn), Konfederasyona Karkerên ji Tirkiyeyê ya Ewrûpayê (ATİK), Kongreya Avakirina Dêrsimê-Berlîn, Partiya Komunîsta Kurdistanê-Berlîn, nûnerên Kurdische Gemeinde Berlîn, parlamenterê eyaleta Berlînê ê Partiya Çep Ferhat Koçak û siyasetvana cihê xwe girt. Bi beşdariya wan jî minaqeşe hatin kirin. 

Li dijî bêdengiyê zend û bendan vedimalin

Înîsiyatîfê got, ew ê beramberî bikaranîna sîlehên kîmyewî û sûcên dewleta Tirk bêdeng nemîne. Di dewamê de înîsiyatîfê got, “Ji ber wê yekê jî ji bo ku em bêdengiyê bişikînin, emê beramberî bêdengiya saziyan û dewletan dest bi xebatan bikin.”

Înîsiyatîfê wekî din plansaziyek kir da ku şandeyeke bişîne Kurdistanê û ew şande li deverên sîlehên kîmyewî hatine bikaranîn, lêkolînan bike, delîlan berhev bike. Înîsiyatîfê da zanîn ku ew ê xebatên xwe bi sê komîteyan dewam bike û ev komîte jî bi dorê Komîteya Çapemeniyê, Komîteya Dîplomasiyê û Komîteya Civakî ne.

Dewleta Tirk teşhîr dixin

Hevserokê FED-KURD´ê Nîştiman Tarhan got, ew li dijî siyasetên dagirkerî û tinekirinê yên dewleta Tirk ên li Kurdistanê têdikoşin û wiha peyivî: “Wekî dion bêdengiya welatên Ewrûpayê jî nabe ku bê qebûlkirin. Em ê li her derê sûcên dewleta Tirk teşhîr bikin.”

Berdevka Meclîsa Jinan a Dest-Danê, Seda Tanrikulu jî got, “Em ê weke jinên Kurd ên li Ewrûpayê têbikoşin da ku dewleta Tirk ji ber sûcên şer û bikaranîna sîlehên kîmyewî bê dadgehkirin.”

Madeyên kîmyewî ji Ewrûpayê ne

Nûnerê Meclîsa Nav-Berlînê Îsmaîl Parmaksiz jî got, “Armanca dewleta Tirk tinekirina Kurdan e. Em ê van sûcên dewleta Tirk lê eşkere bikin.” 
Nûnerê ATİK´ê Civan Karakaya jî got, “Madeyên kîmyewî yên ji bo sîlehan, gelek ji wan ji dewletên Ewrûpayê diçin Tirkiyeyê. Ji ber ku weke kar û sermaye tê dîtin, xelk dengê xwe nake. Ji ber vê bêdengiyê jî dewleta Tirk bêtirs sîlehên kîmyewî bi kar tîne.” 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.