Tirkiye sûcdarê çêkên kîmyewî ye

Duşem 21 Mijdar 2022 - 03:37

Wekîlê Iraqî, Cewad Bolanî der barê êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî yên li Başûrê Kurdistanê de axivî û êrişên dewleta Tirk ên li herêmê şermezar kirin.

Cewad Bolanî bal bire ser êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî û got, "Li gorî raporên ewlekariyê yên taybet, eşkere dibe ku Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê çekên kîmyewî û qedexekirî bi kar anîne. Ev jî binpêkirineke mezin a qanûnên navneteweyî ye." 

Cewad Bolanî got, "Roja sêşemê (22 Mijdar) Parlamena Iraqê der barê êrişên Tirkiyeyê de, bi amadebûna Wezîrê Derve yê Iraqê kom bibe. Di civînê de wê êriş û binpêkirina serweriya xaka Iraqê bên guftugokirin." Bolanî di heman demê de endamê Desteya Asayîş û Parastinê ya Parlamena Iraqê ye.

ANF/BEXDA

 

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.