Li dijî çekên kîmyewî rabin!

Çarşem 12 Hezîran 2024 - 02:25

ARMANC HEREKOL / ROJNEWS / MEXMÛR

Dayîkên Şehîdan ên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) têkildarî êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî û qedexekirî yên li ser Gerîlayên Azadiya Kurdistanê axivîn û êriş bi tundî şermezar kirin û banga xwedîderketina gerîlayan kirin.

Dayîka Zeyneb Hilalî ku dayîka şehîdane di destpêka axaftinên xwe de êrişên dewleta Tirk weke rûreşiyek a cîhanê bi nav kir û got:“Em xwedî rûmet in û rûmeta me jî gerîlayên me ne. Çiyayên me bi kîmyabaranê wêran kirin, zarokên me bi van çekên qedexekirî şehîd dixin. Tevî wê jî nikarin yek gavê di pêş de bên. Ez wek dayîkek ya şehîdan van êrişan şermezar dikim û bang li tevahî gelê bi rumet dikim, li dijî van sucên şer bêdeng nemînin. Ma emê heta kengê koleyê koleyan bin. Bese! Rabin ser xwe û bêjin bese ji xiyanet û dagirkeriyê re. Divê saziyên dibêjin em dijî çekên qedexekirîne êdî dengê me bibihîsin û bikevin tevgerê.”

Em li pişt zarokên xwe ne

Her wiha dayîka Eyşê Roboskî ku ew jî dayîka şehîdane, silav û rêzên xwe ji Mexmûr heta Herêmên Parastina Medyayê ji gerîlayan re şand û got:“Ez silavan ji Îmraliyê re dişînim. Li Îmraliyê berxwedanek mezin heye û ew berxwedan niha li Herêmên Parastina Medyayê jî tê jiyankirin. Em wek dayîkên şehîd û şervanan van êrişên çekên kîmyawî û qedexekirî bi tundî şermezar û rûreş dikin. Her wiha em kesên ku van çekan çêdikin, difroşin û kesên ku bikartînin hemûyan şermezar dikin. Ti caran em Kurd xilas nabin, ji ber ku em netewek kevnin. Kesên ku dibêjin em mafê mirovan diparêzin, çima dema mijar dibe Kurd ti maf nayê dayîn. Bêdengiya ji van çekan re hevkarî ye. Emê wek dayîkên şehîdan heta dawî li pişta zarokên xwe bin.”

Rabin ser xwe!

Herî dawî jî dayîka Mehbûb Hilalî ku ew jî dayîka şehîdane, bikaranîna çekên qedexekirî weke sucê şer bi nav kir û got:“Ez wek dayîkek ya şehîdan tevahî êrişên dewleta Tirk ya li ser gelê Kurd û taybet jî li ser gerîlayên me, şermezar û rûreş dikim. Çekên qedexekirî tên bikaranîn û ev yek sucê şere. Divê tavilê pêşiya van sucên şer bên girtin. Bang li tevahî malbatên şehîdan dikim, li dijî bikaranîna çekên qedexekirî rabin ser xwe.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.