Dinya ji Kurdan re kerr û kor e

În 11 Mijdar 2022 - 02:34

BEDRAN DOGAN/FRANKFURT

 

Endamê Foruma Anarşîst a Wiesbadenê û Koma Xebatê ya Hawîrdorî, bijîşk Dr. Michael Wilk li ser bikaranîna sîlehên Kîmyewî li dijî Kurdistanê û bêdengiya welatên Ewrûpayê ji me re peyivî. Wî got, nîşanên gelekî xurt hene ji bo bikaranîna sîlehên kîmyewî li dijî gerîlayên Kurdistanê, lê civaka navneteweyî gava maf û hiqûqa hindikahiyan tê binpêkirin, xwe kor û kerr dike. Bijîşk Dr. Wilk dixwaze OPCW bêyî miracaeta dewletekê jî lêkolînê bide destpêkirin. 

Ji ber ku heyet nikarin biçin cihê cih lêkolînê bikin, li gorî Wilk delîlên “ji sedî sed” nebin jî, nîşanên gelekî xurt hene ku nîşan didin dewleta Tirik sîlehên kîmyewî li dijî gerîlayên Kurdistanê bi kar tîne: “Dîmen şervanên birîndar nîşan didin û malzeme hene. Malzemeyên bi kêra bikaranîn û çêkirina gaza jehrî ya klorê tên. Asîda hîdroklorîk û kutiyên wê hatin dîtin. Ji ber wê yekê divê mirov doza wê yekê bike ku heyeteke pisporan bi techîzata lazim biçe deverên sîleh lê hatine bikaranîn, da ku li şopa bikaranîna van sîlehan bigerin. Esas Tirkiye jî lazim bû vê bixwaze da ku ev tohmet li ser bar nemînin.” 

 

Beşek ji sûcên şer ên dewleta Tirk

Bijîşk Dr. Michaelê Wilke dibêje, gumana bikaranîna gaza jehrî, li komek sûcên şer ên dewleta Tirk ên li dijî şervanên PKK’ê, lê her wiha xelkê sivîl ê li Rojava û Şengalê jî zêde dibe. Ew bi bîr dixe ku dewleta Tirk bi balefirên şer û droneyan êrişê dibe ser avahî û dezgehên piştrastkirî sivîl ên Rêveberiyên Xweser li Rojava û Şengalê û dibêje, wê li Til Temirê jî bi topbaranê deverên şên bi temamî vala kirine.  

Ew ji ber nîşanên heyî, gumana heyî, weke gumana herî xurt a bêlêkolîn bi nav dike.  

 

OPCW bila li benda dewletekê nemîne

Dr. Michael Wilke dixwaze ku OPCW bêyî ku li benda dewletekê bimîne, lêkolînê bide destpêkirin: “Bi ya min, mafê IPPNW’yê heye gumaneke xurt îfade bike. Di encama vê de jî bi ya min êdî lazim dibe ku lêkolîn bê kirin. Gava ku delîl hebin ji bo gumaneke gelekî xurt, hingê lazim bû rêxistineke weke OPCW’ê zend û bend vemaliştana û lêpirsîn bida destpêkirin. Lê ev helwêsta dudilî ya OPCW jî li helwêstên wê yên wiha yên berê zêde dibin, çawa ku sûcên şer ên dewleta Tirk li hev zêde dibin. Ev jî xweşbîniyeke siyasî û şaş a beramberî rejîma Erdogan diafirîne. Ev jî felaketeke siyasî û insanî ye.” 

Ew dibêje, civaka navneteweyî xwe li sûcên şer ên li dijî hindikahiyan xwe kerr û kor dike û wiha dewam dike: “Gava ku mirov dest pê dikin xwe siyasî organîze bikin û vê bi xweseriyekê, xwerêveberiyekê nîşan bidin, ev dikare bibe kelema çavê Erdogan. Erdogan jî radibe bê tirs û fikar li dijî van mirovan komkujiyê dike, bêyî ku xelk, dinya dengê xwe bike, destwerde meseleyê. Ev jî liberçavangirtineke bi temamî şaş e a beramberî rejîma otokrat a Erdogan. Heger ê li dijber rejîma Esed e, hingê gav tên avêtin, ji ber ku ew weke dijmin tê dîtin. Lê gava Tirkiye yan jî rejîma Erdogan bin ên ku mafan binpê dikin dikevin nav sûcên şer, hingê jî bi pirranî civaka navneteweyî her du çavên xwe miç dike û xwe kerr û kor dike.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.