Hulûsî eşkere kîmyewî ye

Şemî 12 Mijdar 2022 - 03:35

  • Dr. Abbas Mansouran ê ku êrişên berê yên dewleta Tirk bi sîlehên kîmyewî bi bîr xistin, xwest ji bo dadgehkirina dewleta Tirk, delîl bên berhevkirin, testên lazim bên kirin da ku dosyayek bê amadekirin, û ev dosya ji sedî sed sûcên dewleta Tirk piştrast bike. 

EREM KANSOY/LONDON

 

Dr. Abbas Mansouran got, dewleta Tirk çekên kîmyewî bi kar anîne û divê dadgerên serbixwe, parêzer û malbat hewl bidin ji bo ku dewleta Tirk ji ber van sûcan bê dadgehkirin.

Dewleta Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê, ji Nîsanê ve sereqet bi çekên kîmyewî sûcên şer dike. Dr. Abbas Mansouran got, dewleta Tirk gazên Tabûn, Klor û Mustardê bi kar tîne.

Dr. Abbas Mansouran vîdeo, wêne û belgeyên heta niha li ser sûcên şer ên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî temaşe kiriye û dibêje, “Bi eşkereyî tê dîtin ku artêşa Tirk çekên kîmyewî yên qedexe bi kar tîne û li dijî mirovayetiyê sûcekî şer dike.”

Dr. Mansouran bi bîr dixe ku dewleta Tirk salên 1992, 1995´an de li bakurê Kurdistanê jî ev sûc kiriye û sala 2019’an li Serêkaniyê jî.

 

Belkî gaza sarînê bi kar anîbe

Di dewamê de Dr. Abbas Mansouran got, “Ez li gorî tecrubeya xwe dibêjim, dibe ku Tirkiyeyê bombeya gaza sarînê bi kar anîbe. Berê jî ev bombe li Sûriyeyê hatibû bikaranîn. Di nav van de gaza Tabûnê jî heye. Dibe ku Klorofine ango gaza klorê sulfur SM yan jî wekî ku min gotiye gaza sarînê GB yan jî gaza Mustarê AD hatibe bikaranîn. Ev çek û gaz, qedexe ne. Ev gaz pergala masûlkeyan didin sekinandin û yekser bandorê li pergala sînîr dike. Ev gaz gelekî xetere ne. Li ser kesên ev gaz li ser wan hatiye bikaranîn, li ser axê û ji bermahiyên bombeyan jî ev tişt dikare were îsbatkirin.”

 

Saziyên peywendîdar

xulamên dewletan in

Dr. Abbas Mansouran diyar kir ku rêxistin û Konseya Neteweyên Yekbûyî û saziyên din bi rastî ji bo gel naxebitin û rexne li wan girtin, “Ew ji bo dewletan dixebitin, Neteweyên Yekbûyî ji bo dewletan dixebite, mînak Tirkiye endamê NATO´yê ye, welatên endamên NATO´yê welatên herî girîng ên Neteweyên Yekbûyî ne. Ev welat piştgiriyê didin hev, lewma jî bêdeng in. Bi vê bêdengiyê destekê didin sûcên Tirkiyeyê û ew jî şirîkên van sûcan in.”

Dr. Abbas Mansouran ji bo OPCW û bêkêriya wê ya bêyî daxwaza dewleteke endam jî wiha nirxand: “Ji sûcdaran tê xwestin ku sûcên xwe lêkolîn bikin. Ev jî rewşeke komîk û di heman demê de xemgîn e jî. Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW), ne endamê Neteweyên Yekbûyî ye, lê saziyeke paralel e û pêwîst e li ser tawanên şer li welatên Neteweyên Yekbûyî jî lêkolînê bike. Bêdengiya OPCW bi rastî dibe sedem ku yên van sûcan dikin sûcên xwe dewam bikin.”

 

Hiqûqzanên ser bixwe

divê doza dadgehkirinê bikin

Dr. Abbas xwest dadgeheke navneteweyî were avakirin û got, “Divê dadgeheke navneteweyî wek ya şerê Vîetnamê bê avakirin. Berê jî hatiye kirin, ji dadger û parêzerên serbixwe tê xwestin ku gazî Den Haagê bikin. Divê dadgeheke navneteweyî bê avakirin. Divê parêzer û dadger û dozgerên serbixwe yên navneteweyî vê bangê bikin. Bi vî awayî saziyên navneteweyî jî dikarin seferber bibin. Ev sûcê şer û di heman demê de sûcê mirovahiyê ye. Ger malbatên kesên ku li dijî dewleta Tirk bi çekên kîmyewî hatine qetilkirin li dadgehê dozê vekin, dibe ku ev yek bi bandortir be û OPCW wê di doza ku were vekirin de lêkolînan bike. Divê ev dosya îsbat bike ku mirov bi çekên kîmyewî hatine kuştin. Malbat li şûna ku li benda vê yekê ji Neteweyên Yekbûyî yan jî saziyên din bin, divê demildest vê dosyayê amade bikin û bi rêya dadgehan, miracaetî trîbunalên navneteweyî bikin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.