Li dijî sîlehên kîmyewî 'Kurdistanê Biparêze'

Nûçeyên Dîaspora

În 18 Mijdar 2022 - 08:31

Hewldana 'Kurdistanê Biparêze' ji bo rawestandina êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî bang kir da ku ji 30'ê Mijdarê heta 3'ê Kanûnê di asta navneteweyî de çalakî bêne lidarxistin.

Hewldana 'Kurdistanê Biparêze' daxuyaniyek weşand û ji bo balê bikişîne ser êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk ên li hemberî gerîla û şikandina bêdengiya navneteweyî, ji bo rawestandina êrişan banga çalakiyan di asta navneteweyî de kir.

Di daxuyaniya 'Hewldana Kurdistanê Biparêze' de hate gotin, "Tirkiyeyê bi qasî sûcên di sala 2022'an de, beriya niha nekiribû. Bala raya giştî ya navneteweyî ya li ser şerê li Ûkraynayê nabe ku ji aliyê dewleta Tirk ve ji bo nixumandina sûcên xwe yên şer ên bi çekên kîmyewî û balafirên bêmirov ên li Kurdistanê bên bikaranîn.

Civaka navneteweyî û saziyên wê yên berpirsyar ên weke OPCW´ê heta niha ji Tirkiyeyê hesab negirtin.

OPCW raporên ji rojnamevan û lêkoleran qebûl nake. Her wiha hemû daxwazên ji laboratuarên welatên cuda yên ji bo analîzkirina nimûneyên ji çeperên gerîlayan ên li Başûrê Kurdistanê bi çekên kimyewî birin Ewrûpayê, hatin redkirin. Ev hemû dike ku Tirkiyeyê polîtîkaya xwe ya sûc dewam bike.

Em sûcên we dibînin! Bi navê civakê û hêzên demokratîk di çarçoveya daxwazên jin û gelên herêmê de em ê tevlî tevgera piştevaniya navneteweyî bibin û li hemberî sûcên we yên şer û hevkariya sûc a hikûmetên we bêdeng nemînin. Em nikarin bêdeng bimînin.

Ji 30’ê Mijdarê heta 3’ê Kanûnê di roja bibîranîna hemû qurbaniyên şerê kîmyewî yên Neteweyên Yekbûyî de, em bang li we dikin ku bi afirînerî û hevgirtinê tevbigerin û çalakiyan bikin (wek nimûne şanoya kolanan, flaş mob, çalakiyên stadyûmê, pêşandana vîdyoyê hwd.) û di 3’ê Kanûnê de li herêmên xwe tevlî çalakiyan bibin."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.