PKK´ê ji lîstê derxin

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 14 Mijdar 2022 - 08:42

Kurdan êrişên kîmyewî û hevkariya Swêdê ya bi Tirkiyeyê re jî bi greva neteweyî ya li dijî sîlehên kîmyewî şermezar kir. Kurdan li paytext Stockholmê, bêdengiya dewleta Swêdê ya li hemberî sûcên dewleta Tirk jî rûreş kir.

Piştre li ser navê KNK’ê Karwan Seîd û li ser navê Partiya Çep, Daniyel Riyazat axivîn. Karwan Seîd got, “Ev hezar sal in, ji ber berjewendiyên hin dewletan, mafên Kurdan tine dihesibînin.”

Daniyel Riyazat jî got, “Çawa dibe dewletek hem peymana li dijî çekên qedexekirî îmze bike û hem jî li ber çavê cîhanê sîlehên kîmyewî bi kar bîne. Lazim e siyaseta Swêdê ji kiryarên dewleta Tirk re ya li ser Kurd û Kurdistanê re nebe palpişt û piştgirî. Ji ber ku îro ji her demê zêdetir rastiya Kurdan li ber çavan e. We bi Erdogan re civîn kir û weke koleyan serê xwe tewand û li vir li hember Kurdan xwe weke qehreman nîşan didin. Lazim e ev siyaset nebe malê Swêdê. Heger rast dibêjin û dibêjin em ji daxwazên dîktatorekî weke Erdogan serî natewînin, bila daxwaza derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê bikin. Êdî lazim e Ewrûpa bi giştî ji siyaseta Erdogan ya hov re bêdeng nemîne.”

STOCKHOLM

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.