Greva Kurdan a neteweyî

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 14 Mijdar 2022 - 07:54

  • Kurdên ji Elmanya, Swîsre, bakurê Fransayê û Belçîkayê roja greva neteweyî ya li dijî sîlehên kîmyewî li bajarê   Elmanyayê Dusseldorfê civiyan.

SILÊMANÊ ZAXURANÎ / DUSSELDORF

Li bajarê Elmanyayê Dusseldorfê, bi hezaran Kurdî û dostên wan bikaranîna sîlehên kîmyewî û bêdengiya dinyayê beramberî vî sûcê şer protesto kir. Ji mêj bû ku çalakiyeke ewqasî bi heybet a Kurdan li ewrûpayê nehatibû lidarxistin. Ber çemê Rheinê, beramberî avahiyên rêveberiya eyaletê Kurdan peyamên xwe dan: Dewleta Tirk a qirker sîlehên kîmyewî bi kar tîne, sûcên şer dike! Hûn bêdeng in û pişta hevgirê xwe yê NATO´yê digirin. 
Di çalakiya bi heybet de Kurdên ji Elmanya, bakurê Fransa, Holanda, Swîsre û Belçîkayê hebûn. Çalakî di çarçoveya “Roja Greva Neteweyî li Ewrûpayê ya li dijî Sîlehên Kîmyewî” de pêk hat. Kurdan û dostên wan ji Dusseldorfê peyamek da “Berxwedana gerîlayê azadiyê berxwedana me ye”.
Di çalakiyê de hêrsa ji bêdengiya Rêxistina Qedexekirina Sîlehên Kîmyewî (OPCW), Neteweyên Yekbûyî (NY) BM, û NATO´yê jî eşkere xwe da der. Kurdan peyama, “Heta ku heyetekê bişînin deverê û ya lazim bikin, çalakiyên me wê bênavber deam bikin” da.

Li Rheinwiesenê, li cihê kombûna baskê Avaşînê hêrsa li dijî dijminê mirovahiyê diyar bû. Ciwan, jin, mêr û kal û pîr. Wan peyamên xwe jî bi pankart û dovîzan dan. Lê yek ji peyamên xurt dîsa mekapa dêw tevî slogana “Bijî berxwedana gerîla” bû.

Baskê Zapê jî ji ber DGB´ê Hausê meşiya ber bi meydana mîtîngê ve. Li wir jî bi kîsên spî û maskeyan êrişakariya dewleta Tirk û sûcên wê hatin rûreşkirin. 

Di Baskê Zapê de bi wêneyên sê meymûnên xwe kerr, kor û lal dikin, ji dewletên Ewrûpî, civaka navneteweyî û saziyên peywendîdar ên weke OPCW û NY´yê hat xwestin, êdî xwe kerr, kor û lal nekin.  

Di dema meşa ber bi meydana mîtîngê de çalakiyên rûniştinê jî hatin kirin. Kortejên dirêj, bi tevahiya peyamên xwe bi çalakiyên rûniştinê ji xelkê bajêr re gotin, dewleta Tirk bi sîlehên kîmyewî, bi alîkariya dewleta Elman êrişî gerîlayên Kurdistanê dike.  

Li meydana mîtîngê hevserokên KON-MED´ê Zubeyde Zumrut û Engîn Sever bi xêr hatina xelkê kir. Paşê jî daxuyaniya hevpar a 51 sazî û dezgehên Kurdistanî ruhê yekîtiya neteweyî ya vê çalakiyê nîşan da.

Endama Yekîtiya Navneteweyî ya Bijîşkan a ji bo Pêşîgirtina li Şerê Nukleer (IPPNW) bijîşk Gisela Penteker xwest êrişa bi sîlehên kîmyewî li dijî gerîlayên Kurdistanê bê lêkolan. Wî wekî din gazin ji kêmbûna piştgiriya Elmanan jî kirin: “Miletê Elman ji her kesî çêtir dizane ka sîlehên kîmyewî çi ne. Ji ber wê lazim bû miletê Elman jî çapemeniya wî jî li vir bûna. Çalakiya me li vir gelekî giring e û divê em îzolasyonê bişikînin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.