Erdoganê kîmyewî qatil e

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 14 Mijdar 2022 - 08:40

Yek ji navendên ku greva neteweyî ya Kurdan li Ewrûpayê lê bi beşdariyeke xurt bi rê ve çû jî Marsîlya bû. 
Li Marsîlyayê dikandarên Kurd û dikandarên dost derabeyên xwe daxistin û bi du maşînên bi megafon bang li xelkê bajêr kirin da ku tevlî nav grev û çalakiya wan bibin.

Dikandarên ku dikanên xwe venekirin, li ser dîwar û vîtrînên xwe sedema venekirina dikanan bi daliqandina gerîlayên di êrişên kîmyewî de şehîd bûyî, nîşan da.

Li Marsîlyayê korteja înternasyonalîstan a bi navê Mamreşo jî weke korteja Kurdan Metînayê bi heybet bû. 
Xelkê bajêr jî destek da çalakiya Kurdan.

Sloganên xelkê ya herî zêde bal bire ser xwe ya li Marsîlyayê “Erdoganê Kîmyewî, TC ya Kîmyewî” û “Erdoganê terorîst, TC ya Qatil” bûn.
Li ber avahiya parlamena herêmê ya Marsîlyayê mîtîng pêk hat, li vir li ser navê NCDK´a Marsîlyayê Sebahattîn Xinis got, “Tevî sîlehên kîmyewî, yên ku dixwazin bi wan me bifetisînin, em ê wan li Kurdistanê bifetisînin û bikin ku berdêlên giran bidin.”

MARSÎLYA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.