Heqê berdanê binpê dikin

În 7 Hezîran 2024 - 00:20

Girtîgehên Tirk li gel ku cezayê xwe qedandine jî bi rengekî kêfî, heqê berdanê yê girtiyên siyasî yên Kurd binpê dikin û azadbûna wan texîr dikin. Girtiyê nexweş Sedat Atsiz li gel ku cezayê xwe yê 30 salî qedandiye jî eve cara duyan e ku berdana wî tê texîrkirin.

3 mehên din jî texîr kirin

Li gel ku girtiyê nexweş Sedat Atsiz ê 30 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê tê ragirtin cezayê lê hatiye birîn xelaskiriye jî Lijneya Çavdêrî û Îdarî ya Girtîgehê berdana wî 3 mehên din jî texîr kir. Dihate payîn ku Atsiz ê ji ber ferzkirina “poşmantiyê” qebûl nekir berdana wî di 1’ê adarê de hatibû astengkirin duh bihata berdan. 

Malbata Atsiz ku bi telefonê li girtîgehê geriyayî hîn bû berdana Atsiz careke dî jî ji bo 3 mehan hatiye texîrkirin.

Bi nexweşiya prostat û gurçikê ye

Atsiz, di sala 1994’an de li Amedê hatibû destgîkirin. Atsiz ê li Dadgeha Ewlehiye ya Dewletê (DGM) hate darizandin bi îdiaya “hilweşandina yekitî û yekparebûna dewletê” cezayê muebetê lê hate birîn. Atsiz di sala 2019’an de li Girtîgeha Amedê krîzê li dilê wî da. Bi Atsiz re nexweşiya prostat û gurçikê heye, li gel vê jî ev cara duyan e ku berdana wî tê texîrkirin.

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.