Hem dereng û hem kêm e
Çarşem 10 Gulan 2023 - 00:08
- HRW'ê bi raporekê got, Iraq bi burokrasiya xwe hem tezmînkirina zirar û ziyanên Şengaliyên mexdûrê fermanê asteng û dereng dike, hem jî vegera li Şengalê asteng dike. HRW ji bo Şengaliyên li Kampan jî dibêje, “asê mane”.
Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan (HRW) raporek li ser tezmînkirina ziyan û êşên mexdûrên DAIŞ'ê de li Iraqê weşand. HRW'ê tezmînkirin û qereboyên ji bo mexdûran, nexasim jî Êzîdiyan weke “dereng” û “kêm” bi nav kir. Raporê got:
- Meqamên Iraqî di meseleya qerebokirina bi hezaran Êzîdî û kesên din ên li devera Şengalê de xasma di meseleya ziyanên milk ên dema şerê li dijî DAIŞ'ê de bi bin ket.
- Bê tezmînat, gelek ji xelkên wir ne xwediyê wan derfetên malî ne ku mal û dikanên xwe ji nû ve ava bikin, ji ber wê veger ji bo wan ne yek ji alternatîfan e. Gelek ji wan di kampên ji bo kesên jicihûwarbûyî asê mane.
Ev her du tesbîtên jor, jixwe ji mêj ve îfadeyên Rêveberiya Xweser a Şengalê bûn, lê zêde behsa wan nedihat kirin.
Li gorî rapora HRW'ê “herî kêm 200 hezar” Şengalî hîna li kampên ji bo jicihûwarbûyiyan asê mane.
Tenê 420 jinan tezmînat wergirtiye
Rapor bi bîr dixe ku heta niha tenê 420 jinên Êzîdî tezmînat wergirtine, û wan jî bi rêya qanûneke ku navê wê “Qanûna saxfilitiyên Êzîdî” ye ya Sibata 2023'yan, ev tezmînat wergirtiye. Rapor vê gavê erênî dibîne, lê ji bo vegera xelkê li Şengalê û ji nû ve avakirina wê, ew vê yekê kêm dibîne. Lewma “saxfiltî” tenê yên ketine destê DAIŞ'ê ne. Xelkê din dikare doza qerebo û tezmînatê bike, li gorî Qanûna Hejmar 20 a sala 2009'an. Ev qanûn derfetê dide miracaetên ji bo tezmînata ziyanên “encama operasyonên leşkerî, xeletiyên artêşê û êrişên terorîst”.
Em ji raporê hîn dibin ku ji 2021'ê heta niha 10 hezar û 500 Şengalî miracaet kiriye ji bo zirar û ziyanên wan bên tezmînkirin û ji van heta niha tenê 5 hezar hatine erêkirin.
Rapor bi devê xelkê, pêvajoya miracaetên ji bo qerebokirinê li gorî her du qanûnan jî weke pirr tevlîhev û buha rexne dike. Mesrefên miracaetekê ji 205 dolaran heta bi 760 dolaran diçin û di encamê de mîqdara ku komîteya tezmînkirinê ya Şengalê ji bo qerebokirina dikan, mal û milkên xirabûyî, ji mîqdara heqê bi rastî yê van milkan kêmtir e. Bi ser de jî miracaetên ji bo qerebokirina kêmtirî 30 milyon dînarî (20 hezar û 500 dolar) li Mûsilê biryara wan tê dayîn. Yên ji vê mîqdarê zêdetir, diçin Bexdayê û li wir biryar tê dayîn.
5 hezar erê kirin hê yek jî nedane
Ji wan 5 hezar miracaetên hatine erêkirin, hîna yek jî nehatiye dayîn. Hezar û 500 ji wan li benda erêkirina dawî ya ji Mûsil û Bexdayê ne; 3 hezar û 500'ê mayî jî li bendê ne ku Wezareta Malî tezmînata wan bide.
Nimûneyên di raporê de nîşan didin ka Şengalî çawa bi vê pêvajoyê jî tên êşandin. Dikandarekî li kampa Xankê dibêje, “Min salek û 300 hezar dînar -205 dolar- xerc kirin ji bo ku ez doza xwe bikin, ez ji meqamekî şandim meqamê din. Ev zehmetiyeke gelekî mezin bû. Her kes dizane ku em ji ber DAIŞ'ê reviyane. Naxwe çima lazim e em biçin ber destê meqamê Ewlehiya Neteweyî û îsbat bikin ku em ne DAIŞ'î ne! Ev sûcek e. Xaniyê te xira kirine, û bi ser de jî tu pereyan didî da ku tezmînata zirarekê wergire, zirareke ku ne sûcê te bû.”
Xelîl Hesen ê ji gundê Til Benat jî li kampê dimîne. Wî miracaeta xwe destpêka salê bi dawî kir. Ew jî dibêje, “Min milyonek dînar -762 dolar- xerc kirin li pêvajoya qerebokirinê. Min 100 hezar dînar ji bo ku komîteya qerebokirinê xisara ji ber dikana min tesbît bike, dan; 300 hezar jî ji bo tesbîtkirina xisara malê. Wan ji bo herduyan 10 milyon dînar -6 hezar û 800 dolar- tesbît kir, lê min tenê xaniyê xwe bi 50 milyon dînarî kirîbû.”
Besît û maqûl bikin
Rapor pêşniyaz dike ku divê ev pêvajoyên tezmînkirinê ji bo mexdûran bên besîtkirin. Weke gavên pratîk ew dixwaze ku têra xwe wezîfedar di saziyên tesbîtkirin û erêkirina miracaetên ji bo tezmînatê de bên wezîfedarkirin, û tezmînkirineke maqûl ji bo bernameyên tezmînkirinê bên veqetandin.
HRW wekî din dixwaze ku mesele ne tenê qerebokirina malî be. Ew doza tedbîrên rehabîlîtasyon û jinûveavakirinê jî dike.
HRW pêşniyazan li koalîsyona li dijî DAIŞ'ê ya bi serkêşiya DYE'yî jî dike. Ew dixwaze lêpirsîneke berfireh bê kirin ji bo tesbîtkirina qurbanî û mexdûrên sivîl ên operasyonên leşkerî yên koalîsyonê û zirarên mexdûran jî bi awayekî maqûl bên tezmînkirin.
HRW dixwaze koalîsyon desteka teknîk û malî bide hikûmeta Iraqê jî di meseleya tezmînkirinê de.
NAVENDA NÛÇEYAN