Li Şengalê dîwarê berxwedanê
Çarşem 2 Nîsan 2025 - 03:25
- Artêşa Îraqê ya ku bi rêya binçavkirina şervanên YBŞ’ê xwest provakasyonan çêke, li dij xwe berxwedana şêniyên Şengalê dît. Neçar ma ku paşve gavê bavêje. Jinan di vê berxwedanê de pêşengî kir û pirsa ‘di dema êrîşa DAÎŞ’ê de hûn li ku bûn?’ kir.
Di 18’ê Adarê de Rêber Apo peyamek ji civaka Êzidî re şand û di peyama xwe de diyar kir ku Banga Aştî û Civaka Demokratîk bersiva ji bo 73 fermanan e, pêvajoya ku destpê kiriye, dê herî zêde hebûn û azadiya civaka Êzidî pêk bîne. Ev peyama Rêber Apo di nav civaka Êzidî de bû sedema kêfxweşî û kelecaneke mezin. Lê piştî peyama Rêber Apo şeva heman rojê artêşa Îraqê bi êrîşeke provakatîf bersiv da peyama Rêber Apo. Şeva 18’ê Adarê artêşa Îraqê kemîn avêt pêşiya wesayîta ku şervanên YBŞ’ê tê de bûn û êrîş kir. Di encama êrîşê de 3 jê birîndar 5 şervanên YBŞ’ê ji hêla artêşa Îraqê ve hatin dîlgirtin û bi awayekî korsanwarî ew revandin birin Mûsilê.
Bend hilweşandin
Piştî êrîşa artêşa Îraqê ya provakatîf, civaka Êzidî bi pêşengiya jinan serê sibehê zû, xwestin ji milê bakur biçin navenda Şengalê lê girse li ser rêya Amûda ku dikeve aliyê çiyayê Şengalê, ji hêla artêşa Iraqê ve hat rawestandin. Lê girseya ku jinan pêşengtî jê re dikirin, bi biryardarî û cesareteke mezin li hember hewldana provakasyona artêşê rabûn û bendên artêşa Îraqê bi berxwedanê hilweşandin û derbasî navenda Şengalê bûn.
Banga civaka êzidî
Artêşa Iraqê jî ji tirsa xwepêşandana civaka Êzidî û ji bo tirsandin û çewisandina civakê, piştî bûyerê li her kuçe û kolanên navenda Şengalê ligel bi sedan leşker û polîsan tank û çekên giran bicîh kir, heta ji bo berovajîkirina rastiyan bi nûçeyên derew YBŞ’ê wek hêzeke ne rewa nîşan da, terorîze kir û îdia kir ku şervanên YBŞ’ê êrîşî wan kirine. Lê jin û ciwan di serî de girseya civaka Êzidî guh neda propagandayan, astengî, leşker, polîs û çekên giran û berê xwe dan navenda Emîn El-Wetenî. Jinan li ber deriyê navenda Emîn El-Wetenî banga berdana zarokên xwe kirin û hişyarî dan artêşa Iraqê. Lê artêşa Îraqê ku bawerî bi hêza xwe ya çekdarî anî, guh neda banga civaka Êzidî.
Jinan bersiv dan gefan
Civaka Êzidî jî bi pêşengtiya jinan di 19’ê adarê de li ber avahiya Mûxabarata (îstîxbarat) Iraqê ya Şengalê konên çalakiyê vedan û diyar kirin ku dê çalakiya wan heta berdana zarokên wan bidome. Lê artêşa Îraqê ji çalakiya herî demokratîk a civaka Êzidî tirsiya, hema bêje hemû hêza xwe li cihê ku çalakî pêk hat bicîh kir û xwest ku bi taybetî jinên pêşengtî ji çalakiyê re dikirin bitirsîne. Dema jin û dayikan hêza artêşa ku li dor konê hatibûn bicîhkirin dîtin yekser wiha gotin: “Ger di dema fermanê de artêşa Îraqê nereviya û ev hêza xwe ku niha li vir bicîh kiribû ji bo parastina civaka Êzidî û Şengalê bikira nav liv û tevgerê, dê tiliya tu kesî xwîn nebûya û şermeke wisa nedihat jiyîn.” Jinan û bi tilîlî, stran û govendê bersiv didan hemû gef û hewldanên provakasyonê.
Peymana 9’ê Cotmehê
Jin û civaka Êzidî bi çalakiyên demokratîk tenê dixwazin zarokên wan ku parêzvanên ax û civakê ne bêne berdan, lê artêşa Îraqê piştî du rojan hem li ser gotina xwe nesekinî hem jî hêza ku li navenda Şengalê bicîh kiribû, li rêyên esasî yên di navbera xeta bakur û Qibletê de bicîh kir. Artêşa Iraqê tenê hêzên xwe li ser rêyên esasî ku diçin navenda Şengalê bicîh nekir, di heman demê de bendên kontrolê jî ava kir û wesayîtên ku diçin navenda Şengalê yek bi yek kontrol dikin û li nasnameyan dinhêrin. Bi taybetî wesayîtên ku jin tê de ne rastî kontrola nasnameyan tên. Li gorî qanûna Îraqê, di wesayîtan de nasnameyên jinan nayê kontrolkirin. Artêşa Iraqê bi vî awayî hem qanûnên xwe binpê dike, hem dixwaze çavê civaka Êzidî, bi taybetî ya jinên rêxistinkirî bitirsîne, hem dixwaze pêwendiya Êzidiyên xetên bakur û Qiblet ji hev qut bike, hem jî dixwaze hêdî hêdî vê rewşê rewa bike û her tiştî bike bin kontrola xwe. Jin û civaka Êzidî vê rewşê wek domandina fermanê pênase dikin û tînin ziman ku artêşa Iraqê fermana ku negihîştiye armanca xwe, bi vî rengî bighîne serî û dibêjin ku Iraq dixwaze peymana 9’ê Cotmehê bike meriyetê.
Civaka berxwedêr serî natewîne
Ev nêzîkatî û helwesta Îraqê dijcivakî û dijqanûnî ye. Dixwaze bi van rêbazan rûmeta civaka Êzidî bi taybetî jinên Êzidî bişkêne, dixwaze ev civaka ku tevî 74 fermanan jî serî netewandiye li hemberî wan serî bitewîne û radestî wan bibe. Ger ku Îraq û artêşa xwe di nêzîkatî û provakasyonên xwe de israr bikin, dê her tim li pêşberî xwe jinên berxwedêr bibînin.
NÛJINHA / CÎLAN ROJ