Konferans sembol û gaveke dîrokî bû

În 2 Gulan 2025 - 03:25

Sekreterê Partiya Yekitiya Demokrata Kurd li Sûriyê (YEKITÎ) Mihyedîn Şêx Alî li ser girîngiya lihevkirina tevgera siyasî ya Kurdî bi rêya "Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê" ya ku 26' Nîsanêli Qamişloyê hatiye lidarxistin û bandora wê li ser pêşeroja Sûriyeyê, axivî.

Şêx Alî konferans bi dîrokî bi nav kir û got:"Konferans sembol û gaveke erênî bû û cara yekê ye di dîroka Sûriye û gelê Kurd de konferanseke wiha berfireh tê lidarxistin. Gelê Kurd bi giştî ev konferans pêşwaz kir. Armanca lidarxistina konferansê; gihandina li yekformê û yekkirina xîtaba tevgera siyasî ya Kurdî, Kurd li Sûriyeyê çi dixwazin û dikarin çi bikin, bû.  Ev lihevkirin wê bikeve xizmetî yekitiya gelê Sûriyeyê, ji ber ku Sûriye Kurd, Ereb, Suryan û pêkhateyên din e, Sûriye îslam, xiristiyan û êzidî ye, Sûriye ya tevan e. Lihevkirin, ji bo avakirina Sûriyeya nû, bêyî şovenîzm û kîndariya dijî gelê Kurd û pêkhateyên din hat kirin. Em Sûriyeyeke nû dixwazin. Projeya xêzkirina vê lihevkirinê, ji hêla Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî ve hat pêşniyarkirin û em bi erênî li peyamên alîgirî û piştgiriyê yên Mesûd Barzanî û serokê Herêma Başûrê Kurdistanê dinêrin. Her wiha spasiya her kesê piştgiriya me kiriye û beşdarî konferansê bûye, wek partiyên siyasî yên li Bakur û Başûrê Kurdistanê, dikin."

Şêx Alî bang li tevgera siyasî ya Kurdî kir ku rola xwe ji berê zêdetir bilîzin û xwedî li erkê xwe yê li hemberî parastina berjewendiyên gelê Kurd û mafên wî yên neteweyî di destûra Sûriyeya pêşerojê de, derkevin û got:"Eger Kurd baş bin, wê demê Sûriye jî baş e. Eger Sûriye jî baş be wê demê Kurd jî baş bin. Partiyên siyasî yên Kurdî deyndarên gelê xwe, şehîdên xwe, şehîdên QSD'ê û şehîdên azadiyê ne."

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.