Felsefeya ‘Em ji mirinê mezintir in’

În 2 Gulan 2025 - 03:15

Bi hilweşîna pergala Rêjîma Baasê re, di Kanûna 2024’an de dewleta Tirk û çeteyên wê yekser ketin nav liv û tevgerê ku dest bi êrîşên dagirkeriyê yên dijwar kirin ku mirov dikare wek şerekî topyekûn ê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî binav bike. Ev êrîş bi taybetî li ser Şehba, kantona Minbicê, pira Qereqozaqê û bendava Tirşrînê ve pêk hatin. Di vê çarçoveyê de dewleta Tirk hemû hêza xwe seferber kir da ku dagirkeriya xwe ya li Sûriyeyê berfireh bike. Li ser vê bingehê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 8’ê Çileya 2025’an de biryar girtin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê û parastina av, ax, enerjî û bendava xwe bikin. Bi hezaran jin, ciwan, mêr û zarok wek artêşek dilsoz ber bi Tişrînê ve herikîn. Dewleta Tirk ji bo ku vîna gel lawaz bike û biryardariya wan pûç bike, karwanên gel yekser armanc girt ku gelek kes birîndar bûn û hatin qetilkirin. Topbarana dijwar a li ser karwanê jî nekarî bibe asteng ku gel derbasî bendavê bibe. Bi taybetî gelê Kobanê bi mîrate û hêza ku ji berxwedana li dijî DAIŞ’ê girtin, pêşengiya xwe gihandina bedena Tişrînê kirin. Ev berxwedanî tevî hemû êrîş û topbarana dijwar, bedelên ku hatin dayîn jî, heta roja îro dewam dike. Ji kantona Firatê, Tebqa, Reqa, Dêrezor û Cizîrê gel karwan bi karwan berê xwe didin Tişrînê û nobetê digirin. Li gor bîlançoyê heta niha 25 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 270 kes jî birîndar bûn. Di nava şehîdan de malbat, şanoger, rojnemevan, endamên tenduristiyê, siyasetmedar, çalakvan û wekî din hebûn. Hêza Mustefa û hevjînê wê Edhem Mustefa yên ji bajarê Kobanê, li gel hev jiyana xwe ji dest dan û zaroka wan Tala ya yek salî di oxira parastina axa welêt de sêwî ma.

Felsefeya hebûnê

Li ser bedena Tişrînê bê navber xelekên govenda şoreşgerî hatin gerandin, sloganên ku pênaseya bîr û baweriya jiyaneke bi rûmet dikin berz bûn, tilîliyên jinan ku pala xwe dan hêza xwedawenda Star li asîmanan deng vedan. Bi vî awayî tevneke bêhempa ya berxwedaneke dîrokî hat risandin. Di van kêliyên avsenwerî de, ji sedan sloganên ku deng vedidan diruşmeya ‘Em ji mirinê mezintir in’ bi rengekî giyanî berz bû. Ev diruşme di binê hişê mirov de senaryoya berxwedana Kobanê zindî kir. Li bajarê Kobanê, di 2014’an de û bi dirêjahiya 134 rojan li ser erdnîgariya Kobanê, şerek gelek mezin rû da. Çeteyên DAIŞ’ê ku wek Qelan berê xwe didan Kobanê, rastî berxwedaneke mezin a şervan û fermandarên YPJ’ê û YPG’ê hatin. Fermandar Zehra Penaber helwest, girêdan, hest û têkoşîna hemû kesên di eniyên parastina Kobanê de, tenê bi yek hevokek rastiyê berxwedanê anî ziman û got:‘Em ji mirinê mezintir in’. Dibe ku ji bo gelek kesan hevok ango sloganeke normal be, lê ji bo gelekî têgihîştî û bi ax, rûmet û welatê xwe ve girêdayî, tê wateya felsefeya hebûnê. Ji sekna Edlêya Kobanê, keda Egîdê welatê Rojê, helwesta bavê Teyar, hevgirtina yadê Menîce, wêrekiya Arîna 10 salî û bi hezaran qehreman û têkoşerên din gotin; Kurd ji mirinê mezintir in.

NÛJINHA/BERÇEM CÛDÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.