Gef li ser Şengalê tê xwarin
Sêşem 29 Nîsan 2025 - 03:10
Berdevka Dîplomasiya TAJÊ Suham Şengalî bal kişand ser êrîşên dewleta Iraqê yên li dijî şervanên YBŞ’ê û got ku parastvanên rûmet û axa Şengalê şervanên YBŞ’ê ne.
Iraqê bi bi provakasyoneke plankirî di 18’ê Adarê de li naverasta bajarê Şengalê kemîn avêtibû pêşiya wesayîdeke şervanên YBŞ’ê û wan gulebaran kiribû. Di encama êrişê de 3 şervan bi birîndarî, bi giştî 5 şervan dîl hatin girt. Li dijî wê êrîşê û girtina şervanên YBŞ’ê civaka Êzidî çalakiyên meş, konê çalakiyê û daxuyaniyan li dar xist. Tevî hemû hewldan û hevdîtinan jî hikumeta Iraq şervanên YBŞ’ê bernedaye.
Berdevka dîplomasiya TAJÊ Suham Şengalî li ser mijarê nirxanin kir.
Peyama Rêber Apo
Berdevka dîplomasiya TAJÊ Suham Şengalî di serî de bal kişand ser nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a aştî û civaka demokratîk û wiha got: “Em di pêvajoyeke gelekî girîng û bi wate de ne, ev pêvajoyeke wisa ye ku xeterên xwe hene di heman demê de gelek derfetên mezin hene ku mirov bi dest bixe. Mijara herî girîng jî banga Rêber Apo ya ji bo aştî û civaka demokratîk e bandora xwe li seranserê cîhanê bi taybetî li Kurdistanê û li her derê kiriye. “
YBŞ’ê me parast
Suham Şengalî bal kişand ser êrîşên dewleta Iraqê yên li dijî şervanên YBŞ’ê û got ku parastvanên rûmet û axa Şengalê şervanên YBŞ’ê ne û wiha domand: “YBŞ’ê ev civak ji fermanê parast her wiha dema Iraqê pişta xwe da me YBŞ hat avakirin û parastina vê axê kir.”
Zihniyeta DAIŞ’ê diparêzin
Suham Şengalî di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku Iraq di bin navê qanûnan de biryar û planên li gorî xwe pêk tîne û sûcdaran efû dike û wiha got: “Em rastiyeke wisa di Iraqê de dibînin ku her tiştî bi navê qanûnê dide pêş, di roja me ya îro de yên ku şerê DAIŞ ê kirine wekî terorîst didin naskirin û yên ku DAIŞ bi xwe ne, mirov qetil kirine bi hezaran Êzidî bi destên wan hetine qetilkirin, dayikên Êzidî revandine, îro serbest tên berdan.”
Planên Tirkiyeyê
Suham Şengalî bal kişand ser gefên wezîrê karên derve yê Turkiyeyê yên li ser Şengalê û da zanîn ku êrîşên li ser şervanên YBŞ’ê û tehdîda wan ji hev ne qut e û ev planeke li dijî civaka Êzidî ye.
Divê Iraq mafên neteweyan nas bike
Suham Şengalî ragihand ku divê Iraq bi sîstema demokratîk hemû neteweyên Iraqê qebûl bike, mafên wan bide wan û wiha got: “Bi taybetî jî civaka Êzidî ku ferman dîtiye. Divê mafên wê nas bike lê ji ber ku Iraq ne hêzeke wisa ye her hêza ku dixwaze dikare axa Iraqê dagir bike. Her wiha dikare Iraqê weke amûrekê li dijî civakan bi kar bîne. Me ev tişt di Şengalê de bi çavên xwe dît. Bi awayekî vekiri diyar bû.”
Hêzeke rewa ye
Suham Şengalî di dawiya axaftina xwe de bang li Iraqê kir ku şervanên YBŞ’ê berde ji ber ku ew hêzeke rewa ye û ji aliyê gel ve hatine hilbijartin.
NÛJINHA/MEDYA HAWAR/ŞENGAL