Azadiya wî azadiya me ye
Çarşem 23 Nîsan 2025 - 03:35
Rêber APO 27’ê Sibatê de banga "Aştî û civaka demokratîk" kiribû. Piştî vê meha borî ji bo civaka Êzidî jî peyamek şand û got: "Ji bo 73’emîn fermana êzidiyan bersivek bû û Pêvajoya me daye destpêkirin wê azadiya gelê êzidî pêk bîne. Ev bang Ronesanse û herî zêde jî wê bibe Ronesansa gelê êzidî." Piştî vê civaka êzidî got wê berxwedan û têkoşînê mezin bikin.
Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Riham Hesen der barê nameya hatiye şandin de nirxandin kir.
Riham Hesen diyar kir ku name bi taybet ji bo jin û ciwanan e û got ev ji bo wan gelek watedar e û got:“Şandina nameya ji bo me encama têkoşînên mezin bû. Ji Îmraliyê bigirin heta Zapê, ji Zapê bigirin heta her çar parçeyê Kurdistanê û cîhanê berxwedan û têkoşînek mezin hat meşandin. Armanca van têkoşînan azadiya Serok Apo bû. Me jî wek Êzidiyan ji bo azadiya Serok Apo têkoşînek mezin da. Ya perspektîf pêşkêşî civaka êzidî kir Serok Apo bû. Fikr û felsefeya Serok Apo bû mifteya rizgeriya civaka êzidî. Ji bo azadiya fîzîkî a Serok Apo xebatên me didomin. Hewcedariya me êzidiyan û hemû gelan bi perspektîfa wî ya nû heye. Nameya Serok Apo tam dema xwe de hat. Riya çareseriyê pêşkêş kiriye. Me paradîgma netewa demokratîk a Serok Apo esas girt. Jinan berê di saziyan de cih digirt. Lê ne xwedî hişmendiya azadiya jinê bûn. Bi meclîsê jinan û xebatên xweser jin bûn xwedî îrade. Jinan bi paradîgma û perspektîfa Serok Apo gelek pêş ketin. Em ê hemû hêza xwe xebatan bidomînin.”
JINNEWS