Helwêsta Iraqê beramberî Rêveberiya Xweser

Nûçeyên Forum

Sêşem 18 Gulan 2021 - 04:58

ÎBRAHÎM ÊZÎDÎ

 

Ev demeke taybet e, piştî bidawîhatina DAIŞ’ê di milê leşkerî de, vegera aramiyê li Şengal û deşta Nînowayê, gelek pîlan hatin kirin ji bo Rêveberiya Xweser a Şengalê tine bikin. Lê miletê Şengalê yê ku rastî 74 fermanan hatiye, bi berdêlên giran, ezmûna xwe ya xweseriyê li herêmê berfiretir kir. Ji roja ku gelê Êzîdî biryara xwe ya xwebirêvebirinê daye heta îro, derdorê gelek reaksiyonên nîşan dan. Dema sala 2015’an çeteyan dor civaka Êzîdî girtibû, Meclisa Avaker a Şengalê hat avakirin û hingê nihêrînên pirr cuda li ser vê meclîsê hatin. 

Çiqasî di avakirina vê Meclisê de endamên YNK’ê û Tevgera Gorranê jî cihê xwe girtibin jî, wan destek neda rêveberiya Şengalê. Lê ew li ber jî ranebûn. PDK’ê ku sedema yekemîn a komkujiya Êzîdiyan bû, ji roja despêkê ve dijberiya xwe anî ziman û xwest wek zarokekî nû jidayîkbûyî rêveberiya xweser di pêçekê de bifetisîne. Hejmara Êzîdiyan li Şengalê tenê qederê 12 hezaran mabû. Wan hingê gavên ji bo xwenbirêvebirinê avêtin û sîstema rêveberiya xweser berfireh kirin. Ji tinebûnê wan pergaleke xwebirêxsitinkirinê ava kir.

Di warê perwerdeya ziman, çand û huner, parastin û şaredariyê de gavên mezin avêtin. Li kêleka van xebatan Meclîsa Avaker a Şengalê li derveyî welat di warê  dîplomasiyê de karekî berfireh kir da ku fermana li dijî Şengalê weke jenosîd bête naskirin. 

Iraq li dijî rêveberiya xweser derneket, di aliyê parastinê de destek da hêzên YBŞ û YJŞ’ê. Tirsa Iraqê ji wir dest pê kir, dema dît gavên ji bo qebûlkirina jenosîda Êzîdiyan bi awayekî baş têne avêtin. Ji ber ku heger komkujiya Êzîdiyan were qebûlkirin, maneya wê ew e ku Iraqê ew neparastine, loma Iraq dikeve ber lêpirsîneke navneteweyî. Ji bo ev komkujî neyê qebûlkirin Iraqê dest bi reşkirina rêveberiya xweser kir û ji bo dest ji mijara jenosîdê berdin, dest  bi hewildanan kir. Hewildanên wan bi girtina Korîdora Mirovî ya navbera Şengal û Rojava dest pê kirin.

Li aliyê din, bi zextên xwe yên li ser endamên Rêveberiya Xweser wisa kir ku gelê Êzîdî ji xebatên xwe yên ji bo jenosîdê vegere çareserkirina pirsgirêkan bi Iraqê re. Esas, Iraq heta bi derekê serketî bû. Lê ne ku civaka Êzîdî û Rêveberiya Xweser dest ji dosya qirkirinê berdaye. Em ji bîr nekin ku Iraqê di gelek aliyan de PDK ji bo xwe bi kar anî ji bo ku pirsgirêkan çêke ji Rêveberiya Xweser re. Loma ji 2015’an heta îro, bi hêzên xwe yên leşkerî û taybet dezgehên Parastina PDK’ê, her wiha dezgehên wê yên ragihandinê zextê dikin li malbatênkesên ku cihê xwe di nava Rêveberiya Xweser de digirin, wan dikin nezaretê; li Başûrê Kurdistanê li dijî koçber ên ji Şengalê, hemleyeke li dijî  pergala xweser a Şengalê dane destpêkirin. 

Piştî ku ev hemleya PDK’ê bi ser neket, êdî rasterast çekdarên bi navê Pêşmergeyên Roj kirin dewrê û di serê Adara 2017’ân de xwestin ku bi hêza xwe vê xweseriyê nehêlin û careke din Êzîdiyan bikin bin destê xwe. Dema êriş li dijî Xanesorê pêk hat, derket holê ku dewleta Tirk rasterast di nava vê pîlanê de ye. Demeke kurt beriya êrişên li dijî Xanesorê, li paytexta Tirkiye Enqereyê di navbera hikûmeta AKP’ê û rêveberiya Başûrê Kurdistanê de hevdîtin hatin kirin. Beriya ku êriş dest pê bikin, Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyê Veysî Kaynak di daxuyaniyeke xwe de gotibû, “Eger pêşmerge nikarin wan ji Şengalê derxînin, em ê derxînin.” Piştî ku êriş hate pûçkirin û îradeya civaka Êzîdî derket pêş, rayedarên Tirk daxuyaniyên bi heman rengî dubare kirin.

Derket holê ku hin endamên komên êrişkar di sala 2012’an de tevlî êrişa çeteyan a li dijî bajarê Serêkaniyê yê Rojava bûne. Di wê êrişê de jî komên çete ji Tirkiyê ve, ji Serêkaniya Serxetê ve derbasî Rojava hatibûn kirin. Her wiha diyar bûbû ku hinek ji êrişkarên Xanesorê jî endamên îstîxbarata Tirk in û li gundê Eyn El Fîras ê Mûsilê hatine perwerdekirin. Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê Ahmet Davûtoglû bi xwe jî çûbû vê kampê.

Ji ber nerazîbûnên li dijî vê êrişê rûyê PDK’ê di nava raya giştî de reş bû, loma PDK’ê xwe bêdeng kir û dewr da dewleta Tirk. Di 24’ê Nîsana 2017’an de dewleta Tirk dest bi topbarana li dijî çiyayê Şengalê kir. Li vir derket holê ku pîlaneke berfireh ji bo tinekirina îradeya Êzîdiyan di rojevê de ye. Iraqê xwe bêdeng kir. Lê gelê Êzîdî her diçû rêxistina xwe berfirehtir kir û Êzîdiyên penaber, vegeriyan ser mal û milkên xwe. Di nava du salan de bêdengî hebû ku mirov texmîn dikir li pişt vê bêdengiyê pîlanek heye. 

Ji ber ku bi her awayî Iraq, PDK û Tirkiyê nikaribû Êzîdiyan tine bikin û sîstema wan a rêveberiyê biguherînin, vê carê di bin navê Qanûnê de, 9’ê Cotmeha sala 2020’an Peymana Şengalê îmze kirin. Di vê peymanê de îradeya Êzîdiyan nehate naskirin.   Di hevîdtinên Komîteya Têkîliyan a Rêveberiya Xweser ên piştî îmzekirina Peymanê de li Bexdayê eşkere bû ku ev peyman ne biryara hikûmeta Iraqê ye. Belkû di navbera Kazimî, PDK û dewleta Tirk de ye.

Iraq wisa fikirî, heger Rêveberiya Xweser tine bibe, gelo berdêla wê dê çi be, ji ber ku Iraq baş pê dizane, Êzîdî careke din baweriya xwe bi Iraqê û bi ti hêzeke din nayînin. Loma Iraq nikare bêje, bila Rêveberiya Xweser tine bibe. Heger bi rêya ragihandina xwe li ber rabin jî li cihê cih, ev yek tineye. Iraq dixwaze Rêveberiya Xweser hebe, lê ew rêveberî di kontrola wê de be. Êzîdî jî vê yekê qebûl nakin.

Rêveberiya Xweser halê hazir, di qirika Iraqê de maye, ne dikare daqurtîne û ne jî dikare bavêje. Heger rêveberiya xweser qebûl bike, dewleta Tirk wê bibe dijmin, ji bo Iraqê, heger qebûl jî neke wê heta dawî bi civaka Êzîdî re pirsgirêka wê hebe.  
Iraq dizane ji bilî Rêveberiya Xweser ti kesê din û partiyên ku xwe bi navê Êzîdiyan   didin xuyakirin, daxwaza mafê rewa yê Êzîdiyan nakin. Yê ku komkujiya Êzîdiyan wek jenosîd bide qebûlkirin jî rêveberiya Xweser loma ji bo ev rêveberî nikaribe bi hêza xwe hemûyî ji bo komkujiya Êzîdiyan bide qebûlkirin, wê provokasyonên Iraqê li Şengalê dewam bikin, lê Iraq wê hewl nede Rêveberiya Xweser tine bike.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.