Helwest û nerazîbûna hunermendan kêm e

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 22 Tebax 2022 - 22:12

  • Azad Bedran got, li hemberî êriş û qedexeyên li ser muzîk û stranbêjên Kurdî nerazîbûneke têra xwe xurt nayê nîşandan. 

Azad Bedran got, li hemberî êriş û qedexeyên li ser muzîk û stranbêjên Kurdî nerazîbûneke têra xwe xurt nayê nîşandan. Wî got, mirov ji ya xwe bê xwarê, ji vê rewşê re ne çare ye.

Azad Bedran wiha peyivî: "Hunermend ne neçar e ku bi desthilatdariyê re li hev bike. Ji ber vê yekê divê nerazîbûn li hemberî êrişên li ser hunermendên Kurd bihata nîşandan. Heger îro dengekî bilind ê dijber neyê nîşandan, hunermendên ku niha konserên wan nayên qedexekirin, wê çalakiyên wan jî bêne qedexekirin. Ez dişopînim, helwêst, parvekirin û nerazîbûna hevalên min ên hunermend têrê nake, kêm e. Yên ku konsera wan hatiye qedexekirin jî nerazîbûneke xurt nîşan nadin."

Di rewşa qedexekirina konsera min de, walîtiya Izmîrê destûr dabû. Niha dema ku min lê dinihêrî, rewşeke bi nakok xuya dikir. Bahaneya betalkirina konserê dozên têkildarî min bûn. Gelo ev doz li Nisêbînê lê bûn, lê li Izmîrê ne lê bûn? Pêwendiya xwe bi tawîzê heye. Hin hunermend hene ku ji bo konserên wan neyên qedexekirin, hunerê xwe lîberalîze dikin û stranên xwe bi Tirkî dibêjin. Ev çareserî nîne. Berevajî, divê nerazîbûn were nîşandan û girseya ku lê guhdarî dike, bixe nava tevgerê da ku vê polîtîkayê rexne bike."

ANF/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.