Helwêst û cesareta wan mînak e

Pêncşem 9 Hezîran 2022 - 22:36

  • HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên li Zapê şehîd bûne eşkere kir û soza bilindkirina têkoşînê da.

HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên li Zapê şehîd bûne eşkere kir û soza bilindkirina têkoşînê da.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 3 gerîlayên li Zê (Zapê) şehîd bûne eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Têkoşîna qehremaniya destanî û dîrokî ya gerîlayên azadiya Kurdistanê didome. Kesên dîrokeke mezin dinivîsin û şehîd dibin, hevrêyên me yên qehreman in. Hevrêyên me Cesûr, Baran û Mazlûm di 3 û 13’ê Gulanê de şehîd bûn.

Ji roja ku êrişên dagirker hatine destpêkirin, van hevrêyên me bi fedakariyeke mezin li hemberî dagirkeran şer kir û bûn fermandar û milîtanên pêşeng ên berxwedana Zapê. Hevalên me Cesûr, Baran û Mazlûm, bi qasî helwêsta wan a jiyanê, li qada şer bi cesareta xwe jî ji bo me bûne mînak. Heta ku em armancên hevrêyên xwe Cesûr, Baran û Mazlûm bi ser bixînin, em sozê didin ku em ê têkoşînê mezintir bikin. 

Em sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên xwe û ji gelê Kurdistanê yê welatparêz û dilê wan bi gerîlayan re dixwazin.”

Li gorî daxuyaniya nasnameya şehîdan wiha ye: 

- Cesûr Têkoşer (Yûsûf Gulbay) ê li Colemêrgê ji dayik bûyî, kurê Marya û Şaban, 13’ê Gulana 2022’yan li Zê şehîd bû.

- Baran Kobanê (Mihemed Elî Heyder) ê li Efrînê ji dayik bûye, kurê Miyase û Sefer, 13’ê Gulana 2022’yan li Zê şehîd bû.

- Mazlûm Amed (Kadrî Sûbaşi) yê li Amedê ji dayik bûye, kurê Sedîka û Abdulsayîm, 3’ê Gulana 2022’yan li Zê şehîd bû.  

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.