Helbesta Nagîhanê ya bi Kurdî

Pêncşem 5 Cotmeh 2023 - 10:27

  • Rojnamevan Nagîhan Akarsel, bi xebatên xwe yên di warê jineolojiyê jî dihat naskirin û wê hin caran xem û keserên xwe derdibirîn û bi helbestan ew dinivîsandin; wê ev jî bi zimanê dayika xwe Kurdî dikir. Ew bi helbesta xwe ya “Ger” teswîreke berxwedanê ya li Kurdistanê derdixe holê.

Endama Akademiya Jineolojiyê û Desteya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Nagîhan Akarsel di 4’ê Cotmeha 2022’an de li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê, bi êrişeke hêzên ser bi dewleta Tirk a dagirker şehîd bûbû. Nagîhan Akarsel a ku bû şopdara bîrdozî û rizgariya jinan a ‘Jin jiyan azadî’ û li pey xwe ji bo jinan têkoşîneke bêhempa hişt, bi nivîs û helbetsên xwe jî riya têkoşînê ya jinan ronî kir.

Nagîhan Akarsel sala 1976'an li bajarokê Xelîkan ê navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê ji dayik bû. Dibistanên seretayî, navîn û lîse li vê derê temam kirin. Di îmtîhanên zanîngehê de heq kir ku li Zanîngeha Gazî ya Enqereyê beşa Rojnamevanî, Çapemenî û Weşanê bixwîne. Bi salan ji bo çapemeniya Kurd xebitî û kar kir.

Nagîhan Akarsel her wiha helbestên Kurdî jî dinivîsand. Va ye helbesteke wê ya Kurdî ya bi navê “Ger” ku li ser rûpelên deftera xwe nivîsandibû. Em helbesta wê bi we re parve dikin.

 

Ger

Ger li rûyê erdê li cihekî
Rengê asîman xumam bûbe
Bizane ku li wê derê hinek kes bi rondikên çavan
Bi êşan
Bi sebrê li ber xwe didin.
Ya ku tenê dihêle
Agirê evînê yê li dû çûyiyan havên negirtiye
Jana ku ketiye nava dilê bi milyonan
Di dilê nazik û nazenîn de kemîna li pêş hemû xweşikiyan
Bi bêhna sêvê li ber deriyê xewnên bêdawî cemidî
Welatekî ku rûyê xwe
Di birîna ku xwîn jê tê û bedena ku bê bêhn maye dide li wê derê ye
Û ya ku ji Deriyê Sîm hêdî hêdî diherike dilan
Li Êzidxanê şahidiya hevdîtina Leyla û Mecûn dike
Bêriya ku xwe bi hêrsa Edûlê xemilandiye ye
An jî zanebûna ku bi baweriya Besê dizane
Her kevirekî Dêrsimê helbestek e
Li Şengalê di nava ziyaretên ku girêdayî kevira teberek a bi pîrozbûnê tê parastin
Di nava ziyaretan de di mekanê marê reş de cihê ku secde lê tê kirin
Belê ne tenê li cihê razên cîhanê li cihê ku razên gerdûnê diparêze
Du stêrk xuricîn ji cîhanê
Ji Çilmêran heta Çilxanê ji wê derê heta Dêrsimê
Dibe ku ber bi Çilkaniyê ve ketibin rêwîtiyê
Sekneke wan a mexrûr tunebû
Dilnizmiya Deriyê Sîm û Şengalê di sekna wan de xuya bû
Di rûyê wan de kenîneke şermok
Dema ku bi destên gerîlayên serdemê digirtin
Bi heyecana zarokeke bextewar
Cîhan bêdeng dima ji sekna wan re
Qet ne hewce ye mirov biçe dûr
Ger di rûpelî de bisekinin
Li çavên wan binêrin
Dê bibînin ku hemû xweşikbûnên cîhanê di çavên wan de dibiriqin
Dê dengê hechecikên ku li ser porê wan ê spî dixwînin bibihîsin
Dê dûrbûna di navbera dil û mêjiyê wan de biqede
Ger li çavên van her du mêrên bedew ên cîhanê binêrin
Dê bibînin ka çawa mêrîtî kuştine.

NÛJÎNHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.