Nagîhan Akarsel bû mînaka têkoşînê

Şemî 5 Cotmeh 2024 - 03:15

  • Nûçegîhana JINNEWS'ê Melek Avci derbarê salvegera qetilkirina rojnameger û akademisyen Nagîhan Akarsel wiha got:"Nagîhan Akarsel ji bo têkoşîna jinên cîhanê jî bû mînak. Îro tevgera jinên cîhanê li ser eksena tevgera jinên Kurd xebatên xwe dimeşîne, ez vê weke gotineke pûç û bêbingeh nabêjim."

ROZA METÎNA / AMED

Di ser qetilkirina rojnameger, akademîsyen û endama Jineolojiyê, edîtora Kovara Jineolojiyê Nagîhan Akarsel ku di 4’ê Cotmeha 2022’yan de li bajarê Silêmanî yê Herêma Kurdistana Federe ji aliyê Tirkiyeyê ve di encama sûîqesteke çekdarî de hat qetilkirin, 2 sal derbas bûn. Nagîhan Akarsel bi pênûs û sekna xwe mîrateyeke mezin li dû xwe hişt. Rojnamegerên çapameniya azad jî ji bo xwedîderketina li vê mîrateyê li berxwe didin.  Nûçegîhana JINNEWS'ê Melek Avci derbarê têkoşîn, hedefgirtin û mîrateya giranbiha ya Nagîhan Akarsel nirxandin kir.

Nagîhanê ji ber piralî bû, kirin hedef 

Melek di destpêkê de bal kişand ser sedema hedefgirtina Nagîhan Akarsel û wiha got:”Li gorî min sedemên hedefgirtina piralî ya qetilkirina Nagîhanê hene. Çimkî ew ne tenê rojnamevan bû, ew akademîsyen, çalakvan û jin bû. Jina ku van hemûyan di nav xwe de dihewîne di heman demê de dibe kabûsa herî mezin a serdestan û kabûs wan ji xew radike, xewa wan direvîne. Yên desthilatdar û îktidar bêhna metirsiyê, gefxwarinê hîs dikin. Îktidar her tim kesên ku derbeyê lê bixe dike hedef her wiha kesên ku derew, tirs û sûcên îktidarê yên li dijî mirovahiyê eşkere bike dîsa dibe hedef. Esas Nagîhan ji ber vê sedemê bû hedefa hikûmetê, bû gef. Têkoşîna Nagîhanê ya bi nasnameya wê ya jinê, sûcên dewletê yên ku weke rojnameger derxistiye holê bû tirsa herî mezin a dewletê. Ya herî xeternak a ji bo dewletê jî xebatên wê yên akademîk ên di warê jineolojiyê de bûn. Ev xebat ji bo vejîneke nû ya dîrokê girîng bû.  Loma jî ev tiştên ku Nagîhanê dikir bû kabûsa dewleta mêran. Ji ber vê yekê Nagîhanê bi gelek nasnameyên xwe bi hevkariya sûc a Tirkiye û PDK'ê hate qetilkirin. Lê ya ku nedihat zanîn ev bû, bi qetilkirina fîzîkî ya Nagîhanê  berhemên ku wê li dû xwe hiştibûn li gerdûnê winda nebû. Berovajî vê yekê her kesî Nagîhanê hîn bêhtir nas kir.” 

Kujerên li paş perdeyê nehatin darizandin

Melek da zanîn ji ser qetilkirina Nagîhanê du sal derbas bûn lê bele kesên li paş perdeyê yên kujer nehatin darizandin û wiha dewam kir:”Dema em li pêvajoya dîrokî dinêrin, ji jenosîdên ku bê ceza mane heta kujernediyaran, sûcdar li vî welatî qet nehatine darizandin û cezakirin. Nexwestin ku bên dîtin. Dema em li tiştên ku hatin dîtin dinêrin, di her darizandina qetlîamê de çend kes derdixistin pêşberî raya giştî û bi cezayên çend salan ev mijar hat girtin. Temenê tetîkêşan biçûk kirin. Cezayên wan daxistin. Herî dawî jî di 10 salan de hatine berdan. Ev tişt li Başûrê Kurdistanê jî wiha ye. Berê jî hinek welatparêz bi sûîkastê hatin qetilkirin. Nagîhan jî wiha hat qetilkirin. Lê belê ev komkujî bêyî alîkariya PDK'ê li Silêmaniyê nedihat kirin. Kurtasiya dijminatiya li hemberî xwe û înkara hebûna xwe di vê bûyerê de bi awayekî şênber derket holê. Li Başûr jî valahiyeke darazê heye loma jî welatparêz tên qetilkirin. Jinên çalak û fêdeya wan digihêjîne civaka xwe tên qetilkirin. Gulistan Tara û Hêro Bahadîn jî nehatin qetilkirin? Berê di nav sînorên Tirkiyeyê de xebatkarên çapemeniya azad nehatine qetilkirin? Yek ji şahidên di Komkujiya Garê ya 10'ê Cotmehê de birîndar bû der barê biryara dadgehê de ji min re wiha got; ‘Bi her awayî me ji dadgeh û darazê tiştek hêvî nedikir.’ Erê em ji kujerên xwe tiştekî hêvî nakin, ev mesele, meseleya gel e, darizandina gel e.”

Nagîhan Akarsel bû mînaka têkoşînê

Melek da zanîn têkoşîna Nagîhan Akarsel ji jinên cîhanê re bûye mînak û wiha pê de çû:"Nagîhan Akarsel ji bo têkoşîna jinên cîhanê jî bû mînak. Îro tevgera jinên cîhanê li ser eksena tevgera jinên Kurd xebatên xwe dimeşîne, ez vê weke gotineke pûç û bêbingeh nabêjim. Ez di qada navneteweyî de nûçegîhantiyê dikim û em ji Asya heta Ewropa û Afrîkayê bi gelek çavkaniyan re hevpeyvînan dikin û hemû jî bê îstîsna dibêjin 'em we bi jîneolojî û têkoşîna we nas dikin.' Bi navê Nagîhan dixwînin, di atolyeyan de behsa berhemên wê tên kirin, li ser vê yekê dixebitin û dibêjin em çi bikin, ji bo berfirehkirina vê yekê em çi lê zêde bikin. Bi rêya jineolojiyê hînî zimanê kurdî dibin wek zimanê dayikê yê duyemîn. Çavkaniyeke min a Fransî bersiva hevpeyvînên min bi kurdî da. Çima ew fêr dibin ji bo ku lêkolînan ji nêz ve fêm bikin û bişopînin, bêtir bixwînin. Heta ji min re got ku wê Nagîhan rû bi rû nas kiriye. Dibêjin 'Xwezî Nagîhan bi kurdî jî binivîsanda û me hîn zêde bixwenda'. Ew dixwazin xebatên Nagîhanê bi zimanên dinê jî wergera wan bên kirin. Yeka wiha hat qetilkirin. Ji bo xebatên ku tevgera jinên kurd û tevgera jinên cîhanê ronî dikin lawaz bibin, hêdî bimeşin, Nagîhan qetil kirin. Îro serhildaneke me ya jinê ya mûazzam cîhanê ronî dike. Divê em jî vê mîrateyê mezin bikin û divê em bêtir di ferqiya tiştên em diafirînin de bin. Bi vê hişmendiyê divê em hîn bêhtir binivîsin. Divê em hîn bêhtir xêz bikin û rave bikin. Ji bo ev tor erdê bihejîne divê em vana bikin."

Rojnameger her tim dibin hedef 

Melek da zanîn çapemeniya azad her tim di bin zextan de ye û wiha got:”Wek min berê jî got, mixabin ev ne tevgereke nû ye. Ji salên 90’î heta îro hedef her tim çapemeniya azad e. Gelek caran tê gotin ku çapemenî hêza 4'emîn e, lê ez difikirim ku rêza vê yekê guheriye, çapemenî hêza îdeolojîk a pêşeng e. Îro, dema ku hûn platformên medyaya dîjîtal dinêrin bandoreke wê li ser civakê heye. Bi rêya nûçeyan bi hezaran têgihiştin çêdibin û hikûmet jî li ser van têgihiştinan armancên xwe diyar dikin. Lê di dawiyê de, derew bi rastiyê têk diçe. Çapemeniya azad ew e ku derewan derdixe holê ku wê derewê têk bibe. Lê dewlet rastiyê naxwazin, derewan dixwazin û li ser wê propagandayê dikin. Îktidar û dewlet dixwazin qada ku rastiyê eşkere dike hilweşînin, ji ber ku ew sûcên wan eşkere dike û derewên wan red dike. Nûçegihana me Rabîa Onver a ku herî dawî li Colemergê rastî derxist holê, ji ber vê yekê bû hedef. Wê torên şerê taybet eşkere kir. Em ew kes in ku em tiştên her kes dizane lê belê nikarin biaxivin, dinivîsin. Ji ber vê yekê em ê her tim bibin hedef, divê em vê rastiyê qebûl bikin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.