HPJ: Em hêza xwe mezin bikin

Çarşem 26 Mijdar 2025 - 03:40

HPJ'ê li dijî êrişan banga xweparastina bi ruhê Jin, Jiyan, Azadî kir. Her wiha ji jinan xwest, ku li cewhera xwe vegerin û li refên herî pêş beşdarî avakirina civaka demokratîk bibin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Parastina Jinê yên Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) ku hêza xweparastinê ya jinê ya Rojhilatê Kurdistanê ye, bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê ya Navneteweyî daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Weke Hêza Xweparastinê ya Jinê li hemberî her cûre êriş û tundiya li hemberî jinê em ê hem hêza xwe ya parastinê mezin bikin, hem jî xurt bikin. Ji bo vê jî her jinek, li ku dibe bila bibe divê xwedî li nirxên xwe yên dîrokî derkeve, li hemberî hilweşîneriya mejiyê bi serweriya mêr di felsefeya xweparastinê de sekneke qewîn nîşan bide û vê hişmendiyê ji xwe re bike rêber. Weke ku Rêber Apo dibêje, 'Li hemberî neheqî û êrişên heyî yên li dijî jinê tenê çekek heye, ew jî ew e ku jin bi xwe zanibe'.

Li ser vê bingehê, weke hêza parastinê ya hemû jinan em ê tola êşa bi salan a Aryen, Barîn, Viyan, Ronahî (Andrea Wolf), Rojbîn Ereb û Emîne Erciyesan hilînin. Bi saya van hevrêyên ku di vê rêyê de têkoşiyan, em ê di çarçoveya zanista jinê ya azad de paradîgmaya demokrasiya civakî ava bikin. Di vê çarçoveyê de em bang li jinan hemûyan dikin: Bi berpirsyariya parastina mafên xwe yên civakî û nirxên xwe rabin û li refên herî pêş beşdarî vê têkoşînê bibin. Bi rêya vê têkoşîna ku em ê bi ser bixînin, em ê aştî û civaka demokratîk ava bikin ku yekane rêya jiyana azad û wekhev e."

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.