PKK rih nasname û rastiya gel e
Çarşem 26 Mijdar 2025 - 03:48

Endama Koordînasyona Partiya Azadiya Jin a Kurdistanê (PAJK) Raperîn Mûnzûr, behsa bandora PKK’ê û têkoşîna jinan a di nava tevgerê de kir. Raperîn Mûnzûr, salvegera damezrandina PKK’ê li Rêber Apo, jinan û hemû gelê Kurd pîroz kir û bi boneya 25’ê Mijdarê, bang li hemû jinan kir ku têkoşîna xwe li dijî hişmendiya ku şîdeta li ser jinan didomîne, xurttir bikin.
Raperîn Mûnzûr, diyar kir ku 27’ê Mijdara 2025’an xwedî wateyek cuda ye û got:“Em salvegera damezrandina avahiyek ku êdî dawî li hebûna xwe ya rêxistinbûnê aniye, pîroz dikin. Ev nîşan dide ku PKK’ê ne tenê rêxistinek e; ew ruhek, nasnameyek û rastiya gel e. Ev pîrozbahî pîrozbahiyek xwedîderketina Kurdan a li hebûn, nasname û dîroka berxwedanê ye. Ev pîrozbahî pîrozbahiya jinên ku bi têkoşîna PKK’ê û gerîla re rûmet û azadiya xwe bi dest xistine. Belê PKK’ê hat fesix kirin lê navê wê di avakirina dîrok, azadî, berxwedan, fedaîbûn û rûmeta gelê Kurd de cih girt. PKK’ê ne ji ber ku weke dewleta Tirk dibêje rêxistineke terorîst bû xwe fesix kir, ji ber ku mîsyona xwe bi cih anî û nirxên xwe di nav civakê de çand, hat fesixkirin. Nirxên ku ji hêla PKK’ê ve hatine afirandin ji sînorên rêxistinê derbas bûn û ji bo civak, jin û gelên cîhanê bûn nirxên hevpar ên azadiyê. PKK’ê nasnameya Kurd a azad eşkere kir, înkar û gefa tunebûnê şikand. PKK’ê rê li ber veguherînek ji Kurdekî ku ji xwe şerm dikir ber bi Kurdekî azad ku bi nasnameya xwe serbilind be vekir. Ev şoreşek mezin a civakî û mirovî ye.”
Rêbertiyê girîngî da azadiya jinan
Raperîn Mûnzûr, da zanîn ku têkoşîna jinan a di nav PKK’ê de pêvajoyek avakirina azadî, sosyalîzm û jiyana komunal e û got:’’Têkoşîna ku di nav PKK’ê de tê meşandin ne tenê li dijî dijmin e; ew têkoşînek e ji bo ji nû ve afirandina nasname, îrade û azadiya jinan e. Rêbertî şert û mercên Kurdistan û cîhanê, siyaset û civakbûna wê baş analîz kir û têkoşîna me li gorî azadiya vê herêmê teşe girt. Ji ber vê Rêbertî girîngiyek mezin da pirsgirêka azadiya jin. Ji salên 1980’an û pê ve, jin di şer û civakê de çalak bûn. Bi rêya rêxistinên xweser, temsîliyeta wekhev û têgihîştina jiyana wekhev û azad pêk hatiye.” Endama Koordînasyona PAJK’ê Raperîn Mûnzûr, destnîşan kir ku zemîna PKK’ê bi tevlîbûna jinan re hem rêxistin û hem jî têgihîştina mêran guherand û got ku bû qadeke ku tê de têkiliyên jin-mêr ên azad û modela jiyanek nû werin avakirin û got:“Teza Rêbertî ya şoreşa jinan, ku di salên 1990’î de hate pêş xistin, bi avahiyên PAJK û KJK’ê veguherî pergalek jinan a rêxistinkirî. Ev vejîna ruhê berxwedana komunal bû. Bi saya hêza ku Rêbertî daye, jinên Kurd jixwe bawer bûne, bûne xwedî îrade û hêza rêxistinbûnê. Îro, ji Bakur heta Rojava şoreşek jinan heye. Lê belê, vê pêşketinê êrîşên pergala baviksalar jî zêde kiriye; polîtîkayên kuştina jinan, tacîz û destdirêjî bûne beşek ji hewldana tepeserkirina têkoşîna jinan a ku bilind dibe. Li Kurdistan û Rojhilata Navîn pergala koletî bi giranî li ser jinan hatine meşandin. Erka tevgera jinan îro ew e ku têkoşîna hevpar berfireh bike, li dijî polîtîkayên parçekirinê derkeve û ezmûna ku ji hêla têkoşîna jinên Kurd ve hatî berhevkirin bi jinên li çaraliyê cîhanê re parve bike.”
Hêza parastina jinên Kurd Star e!
Raperîn Mûnzûr bi boneya 25’ê Mijdarê bang li hemû jinan kir ku ji bo xweparastinê li dijî tundî û êrîşên mêran xwe birêxistin bikin û got:’’Hêz û ezmûna ku bi têkoşîna 50 salan hatiye bidest xistin heye. Divê jin dîroka xwe hîn bibin, hişyariya xwe xurt bikin û perwerde û rêxistinbûnê esas bigirin. Di seranserê dîrokê de berxwedana jinan her tim bênirx hat dîtin. Peywireke girîng e ku mirov vê berxwedana ku jiyanê diparêze wateyek xurt û bi nirx dide, ji hêla siyasî ve temsîl bike. Her jinek bêrêxistin dibe hedefa pergalê û şîdeta mêran; divê ew ji têkiliyên girêdayî û evînên direwîn ku wê bêhêz dike, dûr bisekine. Îro, bi hezaran jin bi şîdetê re rû bi rû ne û zarok hîn bêtir bêparastin in. Ji ber vê yekê, xweparastin hem mafek a hebûnê ye û hem jî peywir e. Hêza parastina jinên Kurd Star e; ew hem navê rêxistina gerîla ye û hem jî hêza afirîner û jiyanê ya di hundirê her jinê de ye. Divê her jin bi derxistina hêza xwe ya Starê xwe biparêze û xwe ji rehma mêran re nehêle. Her çiqas ev serdem rastiya herî hov û kujer a serdestiya baviksalar di nava xwe de bihewîne jî, di heman demê taybetmendiya serdema azadî û jinê ya ku xwe dispêre rizgarî û rêxistinbûyîna jinê jî vedihewîne. Ev yek jî tenê bi rêxistin û têkoşînê mimkun e. Ev pêvajo ji her demê bêhtir têkoşîn û rêxistinbûnê dixwaze. Bêyî xemsariyê, divê em vê têkoşînê bi rêya xwerêxistinkirin û çalakiyan berfireh bikin; divê em bi vî rengî bersiva ruhê 25’ê Mijdarê û 27’ê Mijdarê Roja Vejînê bidin.”
BEHDÎNAN













