Feraşîn Bêrîtan pêşengek rasteqîn bû
Çarşem 10 Kanûn 2025 - 03:55

- Ji fermandarên YRK'ê Şoreş Alan şehîd Feraşîn Bêrîtan bi bîr anî û destnîşan kir ku ji bo dahatûya vî gelî dikarîbû bibûya pêşengeke rasteqîn û got:" Durust bû, bi durustbûna xwe, bi sadebûna xwe nêzî kes dibû. Bi kê re nîqaş dikir, bi xweşewîtî nîqaş dikir. Lewma kesek eger tenê carekê jî hevala Feraşîn dîtibe ew qet ji bîr nake."
Ji fermandarên Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Şoreş Alan qala têkoşîna fermandara HPJ'ê şehîd Feraşîn Bêrîtan kir ku 14'ê Berfanbara 2023'an şehîd bû.
Şoreş Alan di destpêka axaftina xwe de di şexsê şehîd Feraşîn de şehîdên azadiyê yên Kurdistanê bi rêz û minet bi bîr anî û bi vî rengî axivî:"Heval Feraşîn di temenekî ciwan de beşdarî nava refên gerîla bû. Di nava malbateke welatparêz de bi ferhenga welatparêziyê mezin bû. Di temenê ciwantiyê de bi hişyariyeke pêşketî têgihişt ku eger divê azad bijî û welatekî azad hebe divê li hemberî dijminan û dagirkeran têkoşînê bimeşîne, divê rêyekê hilbijêre ku li hemberî dijmin, dagirkeran û bi taybetî li hemberî wî mejiyê desthilatdar ku nahêle jin azad bijî û têbikoşe, li hemberî wê rêyekê hilbijêre. Ji ber vê yekê di wî temenî de rêya azadiyê, rêxistina azadiyê hilbijart.
Di nava karên rêxistinî de jî bi vî rengî bû. Biçûya kîjan deverê kêmasî tespît dikir, destnîşan dikir ku çareseriyê biafirîne. Ji ber vê hevala Feraşîn li şûna ku lê bû barekî mezin ê rêxistinî hildigirt, barê rêxistinî sivik dikir û li wir kar dikir. Her wiha di nava gel de, bi taybetî li herêma Merîwanê kesayetiya wê ji nêz ve tê naskirin. Gelek mirovan ji nêz ve ew nas kir. Gelê me hevala Feraşîn nas dike. Karê ku li wir bi navê Cêwaz, bi navê Bêrîtan kar kir, her kes ji nêz ve zane û nas dike. Bi taybetî ew kesên ku li gel wê rûniştin, nîqaş kirin heta îro dipirsin, ji ku ber zanin kesayetiyeke ku ji bo dahatûyê, dahatûya vî gelî wead dida. Ji bo dahatûya vî gelî dikarîbû bibûya pêşengeke rasteqîn. Durust bû, bi durustbûna xwe, bi sadebûna xwe nêzî kes dibû. Bi kê re nîqaş dikir, bi xweşewîtî nîqaş dikir. Lewma kesek eger tenê carekê jî hevala Feraşîn dîtibe ew qet ji bîr nake.
Ji aliyê gerîlatiyê ve jineke pispor, jineke pêşketî bû. Li Çilçema, li Merîwan, li Şaho heta Dolîdere, li Bawecanî em demeke dirêj li gel hev têkoşiyan. Di wê demê de ji serê sibehê heta êvarê li ser piyan bû, timî li pêş bû. Dema di nava liv û tevgerê de bû hişyar bû. Ji bo şaşitiyek rû nede her tim amade bû. Di nava jiyanê de mirov zanîbû, dema ew hebe pişta mirov saxlem e. Mirov pê piştrast bû ku dikare her karî bike. Bi taybetî di karê meydanî de gelekî jîr û jêhatî bû. Hemû xebatên meydanî rojane bi cih dianî. Bi salan berpirsyariya taximê hevalên jin bi rê ve bir. Zivistanê di nava şert û mercên giran de taximê hevalên jin hem perwerde kir, hem plansazî amade kir, bi vî rengî bi rê ve bir. Ev yek karekî hêsan nîne. Lê belê ev kar bi salan kir. Bi salan ji payîzê heta biharê bi tenê bi berpirsyarî rabû. Di karê meydanî de timî li pêş bû, pêşengî kir.
Hevala Feraşîn û Aryen Arê di pêşxistina karên jinê, têkoşîna gerîlatiyê li Rojhilatê Kurdistanê kedeke mezin dan. Ked û rengekî welê dan Rojhilatê Kurdistanê ku heta bi hetayê wê di bîra her kesî de bimîne. Di perwerdekirina gerîla de, di pêşengiya jiyanê de, têkoşîna gerîlayî, di perwerdekirina gel de, di mijûlbûna bi mirovan re, di şert û mercên zehmet ên gerîlatiyê de li tevahiya Rojhilatê Kurdistanê cihê xwe diyar e. Herdu heval li navçeya Selmas rabûn, li qonaxekê beşdarî nava refên gerîla bûn, di qonaxekê de li Rojhilatê Kurdistanê bi berpirsyarî rabûn, bûn fermandar û pêşengî kirin. Û di yek qonaxê de jî şehîd bûn. Ji ber wê herdu hevalan bi rêzdarî bi bîr tînim, di kesayetiya şehîd Feraşîn û şehîd Aryen de careke din soza xwe li pêşberî hemû şehîdên Kurdistanê, li pêşberî gelê xwe careke din dubare dikin, li ser rêya şehîdan kar û têkoşîna me wê dewam bike, li ser fikir û felsefeya Rêber Apo vê têkoşînê ber bi serketinê ve bibe."
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN














