Bila perçe nebe lê Heleb ya min be!
Çarşem 10 Kanûn 2025 - 03:45

- Heleb, bi rêya xwe ya ber bi Şamê, navenda aborî û avaniya xwe ya kozmopolît, bûye herêmeke stratejîk. Tirkiyeyê ne tenê bi operasyonên leşkerî, di heman demê de di warên civakî, aborî û îstîxbaratî de jî xebateke berfireh li herêmê daye destpêkirin.
Tirkiye bi mekanîzmayên leşkerî û sivîl li Helebê qadeke serdestiyeke fiîlî ava dike. Hilweşandina rejîma Esed û kêmbûna bandora Îranê li herêmê rê li ber Tirkiyeyê vekiriye ku li Sûriyeyê bibandortir bibe. Komên Tirkmen û komên Emşat, Hemzat û Sultan Murad ên di nav Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (OSO) de pêkanîna planên Rêxistina Îstîxbarata Neteweyî (MÎT) li qadê hêsan dikin. Ji ber ku rêveberiyên herêmî û torên ragihandinê di bin çavdêriya MÎT'ê de ne, serdestiya fiîlî ya Tirkiyeyê li Helebê dide der. Tirkiye hewl dide ku bi rêbazeke ku di mîsak-î Mîlliyêde hatiye destnîşankirin, kontrola xwe ya li ser Helebê li herêmê xurt bike. Veberhênanên pîşesaziyê, projeyên gaza xwezayî û belavkirina milkê, kontrola aborî di berjewendiya Tirkiyeyê de misoger dikin. Ji ber vê yekê, Heleb niha wekî herêmeke stratejîk a kontrolê ji bo Tirkiyeyê tê dîtin, ne wekî beşeke ji Sûriyeyê. Bi vî awayî, Tirkiye ku bi berdewamî tekez li ser yekparçeyiya axa Sûriyeyê dike, bi pratîkên xwe yên li qadê stratejiyeke cuda dişopîne. Her çend tê îdîakirin ku Heleb niha di bin kontrola rêveberiya serokê HTŞ'ê Ahmed el-Şara de ye jî, rewşa li qadê berevajî vê yekê nîşan dide. Wekî din, Heleb herêmeke pêşeng e ku DAIŞ ji nû ve derketiye holê û endamên nû lê kom kiriye. Li gorî agahiyên ji qadê hatine wergirtin, Tirkiye li Helebê di çarçoveya planeke berfireh de dixebite û van planan rojane pêk tîne. Xebatên îstîxbaratê yên Tirkiyeyê li herêma Helebê bi taybetî li ser eşîran disekine û komên ku herî zêde girîngiyê wan jî Tirkmen in. Di vê çarçoveyê de, hêzên qadê yên Tirkiyeyê komên Emşat, Hemzat û Sultan Murad in ku gelek komên Tirkmen jî di nav de ne. Bi bikaranîna van koman pêkanîna planên MÎT'ê li qadê hêsan dibe.
Operasyona Balyozê
Li gorî agahiyên ji qadê hatine wergirtin, piştî ku Şam ketiye bin kontrola Heyet Tahrîr El Şamê (HTŞ), Tirkiyeyê di Adara 2025'an de di bin berpirsiyariya H.C. (Hakan Cengîz) de li herêma Helebê operasyona "balyozê" da destpêkirin. Di 11'ê Hezîrana 2025'an de, di çarçoveya vê operasyonê de, serokê Komîteya Tirkmen Mehmûd Silêman Ebû Doxan li gundê Ra'i lê hat ziyaretkirin ku kesayetên navdar ên Tirkmen jî amade bûn. Armanca vê serdanê xurtkirina têkiliyên bi rêxistina Tirkmen re û domandina piştgiriyê bû. Wekî din, gelek derfet hatin pêşkêşkirin da ku rola rêxistina Tirkmen li herêma Helebê were xurtkirin û derfetên aborî werin afirandin. Mînak, serokê koma Sultan Murad Fehîm Îsa li taxên Hilok, Biêdîn û Bistan Başa xanî, dikan û erd kirîn û piştgiriyê dide projeyên piçûk ên li van taxan ji bo Tirkmenan. Hin milk bi taybetî li rêxistinên Tirkmen û hin malbatên Erebên Sunnî tên belavkirin.
Kesan erkdar dikin
Piştî Şara Şamê bi dest xist, avaniyên îdarî, civakî, îstixbarat û hwd. hatin avakirin û bi MÎT'ê re xebitî. Tê ragihandin ku MÎT, li gorî perspektîfa xwe van avaniyan bi rê ve dibe. Her yekîneyek ji bo ku çend taxan bigire nav xwe hatiye organîzekirin û tê destnîşankirin ku ji bo her yekîneyê ji aliyê MÎT'ê ve kesên diyarkirî hatine tayinkirin. Çavkaniyên qadê jî diyar dikin ku kesekî bi navê Hemûd Elî El-Şêx li taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiye, Cemîliyê, Ezîziyê û Silêmaniyê di bin banê MÎT'ê de dixebite. Di vê çarçoveyê de, xebatên MÎT'ê hemû avaniyan di bin kontrola xwe de dixebitîne û xebatên sivîl, aborî, xizmetguzarî û îstîxbaratî dimeşîne. MÎT, li Helebê jî materyal û amûran belav dike. Di 19'ê Gulana 2025'an de, şandeyeke MÎT'ê, bi rêveberên Emîn el-Am (Artêşa Rejîmê) ya hikûmeta demkî re, serdana yekîneyeke hevrêziya leşkerî ya nêzîkî qereqola polîsan a navçeya Helebê kir û hin amûrên çavdêriyê tamîr kir û guherand. Di Hezîrana 2025'an de, tîmeke teknîkê ya MÎT'ê amûrên ragihandinê li Helebê saz kir û tamîr kir. Ev kar bi hevrêziya Waliyê Helebê Ezam Xerîb hatin kirin û telefon hatin guhdarîkirin û çavdêriya sînyalê li çend taxan hat kirin.
Heleb tê dagirkirin
Heleb ku ji aliyê pîşesazî û aboriyê ve bajarekî girîng e, ji bo planên Tirkiyeyê derfetan pêşkêş dike. Di civînekê de ku di Nîsana 2025'an de li paytexta bajarê Helebê hat lidarxistin ku beşek ji armancên wê yên emperyal bû, Waliyê Helebê Ezam Xerîb, midûrê polîsan ê Helebê Ehmed Latûf, nûnerê Banka Navendî ji Şamê û 16 rayedarên Tirkiyeyê li ser projeyên pîşesazî û aborî yên li herêmê nîqaş kirin. Di civînê de projeyên wekî hilberandina blokên kevir ên ji Tirkiyeyê hatine anîn û xebitandina hin kargehan ji bo 15 salan hatin nîqaşkirin. Di civînekê de ku di 10'ê Tîrmeha 2025'an de hat lidarxistin, veberhênerên Tirkiyeyê ji bo nîqaşkirina pêkanîna van projeyan civiyan. Projeyên ku li herêma Helebê di rê de ne, armanc dikin ku serdestiya aborî ya Tirkiyeyê xurt bikin û tevkariyê li aboriya Tirkiyeyê bikin, di heman demê de serweriyê jî ava bikin. Di vê çarçoveyê de, projeyên boriyên gaza xwezayî, hewldanên pêşxistina sektora pîşesaziyê, hevkariyên enerjiyê û projeyên pîşesazî-bazirganiyê hatine destnîşankirin. Tê gotin ku Bilal Erdogan berpirsiyariya van projeyan girtiye ser xwe.
Heleb bajarê kê ye?
Saziyên ewlehî, leşkerî û sivîl ên li herêmê di bin koordîneya MÎT'ê de tên kontrolkirin û dilsoziya kesên berpirsiyar di vê çarçoveyê de tê şekildan. Kontrola li ser sektorên aborî û pîşesaziyê jî nîşan dide ku kontrol, tiştekî ji ewlehiyê wêdetir e. Ev nîşan dide ku Heleb bi bandor bûye herêmeke kontrolê ya serbixwe ji Sûriyeyê. Ger avanî û têkiliyên heyî berdewam bikin, îhtimal e ku Heleb di pêşerojê de wekî herêmeke ku di bin bandora Tirkiyeyê de tê rêvebirin bê pênasekirin.
MA/ERDOGAN ALTAN















