Mala Nagîhan çanda xwendinê pêş dixe

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 8 Cotmeh 2024 - 00:27

NESRÎN ŞÊXO / ANHA / HELEB

Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, edîtora kovara Jineolojiyê û akademîsyen Nagîhan Akarsel di 4’ê Cotmeha sala 2022’yan de li Silêmaniyê hat qetilkirin. Akademiya Lêkolînên Jineolojî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di salvegera yekemîn a şehadeta wê de de Mala Xwendinê ya Şehîd Nagîhan Akarsel li taxa Şêxmeqsûd a Helebê vekir.

Ji hezkriyên xwendinê Îsraa Hemo ya 17 sal bi aramnca pêşxistina çanda xwendinê, naskirina dîrokî, nasname û mijarên zanistî berî dide Mala Xwendinê ya Şehîd Nagîhan Akarsel. Îsraa hefteyekê 3 caran serdana Mala Xwendinê ya Şehîd Nagîhan Akarsel dike, bi kelecan li pirtûkên ku meraqa wê têr dikin û bersiva pirsên wê dide, digire.

Îsraa Hemo diyar kir Mala Xwendinê ya Şehîd Nagîhan Akarsel dikare ruh û hişê mirovan bi zanist û zanînê têr bike û wiha domand: “Li Mala Xwendinê ya Şehîd Nagîhan Akarsel pirtûkên bi mijarên cûrbcûr hene ku dikarin bersiva pirsên di serî mirovan de bide. Di heman demê de dîrok, çand û nasnameya mirovan vebêjin."

Îsraa, Mala Xwendinê ya Şehîd Nagîhan Akarsel wekî navenda lêgerînê li zanîn û têgihiştinê pênase kir û got: "Mala Xwendinê ya Şehîd Nagîhan Akarsel derfetê li pêşiya mirov vedike ku aliyên nû yên çand û nasnameya xwe keşif bike."

Hişê ciwanan têr dike

Mala Xwendina Şehîd Nagîhan Akarsal hewl dide ku çanda kesayetî di nav xwendekaran û hezkiriyên xwendinê de geş bike, ji ber ku zanist wekî rêya rasteqîn a naskirina sirên jiyanê dibîne, hişê ciwanan bi fikr û zanistê têr dike. Di heman demê de behreya xwendin û nivîsandinê û lêgerîna civakî dewlemend dike. Mala Xwendinê ya Şehîd Nagîhan Akarsel ji saet 08.30’an heya 21.30’an ji 7 heta 70 salî li pêşiya her kesî re vekiriye.

Çalakiyên li Mala Xwendinê

Li Mala Xwendinê ya Şehîd Nagîhan Akarsel pirtûkên wêjeyî, zanistî, felsefî, dîrokî, îdeolojî, çandî, aborî, çîrok û rojman ên bi zimanên Kurdî, Erebî û Îngilîzî hene. Li gel ku cihekî guncaw ê kombûna xwendekar û hezkriyên xwendinê ne, li Mala Xwendinê ya Şehîd Nagîhan Akarsel şevbuhêrkên helbestan û pêşbirk tên lidarxistin. Her wiha belgefîlm tên pêşandan. Komên ku serdana mala xwendinê dikin bi rengekî komî pirtûkeke ku diyar dikin dixwînin û nîqaş dikin.

Rêvebera Mala Xwendinê ya Şehîd Nagîhan Akarsel Bêrîvan Ebdo diyar kir ku mala xwendinê hewayeke aram û guncaw ji bo xwendinê ye ku dewlemendiyeke rewşenbîrî û têgihiştinê ava dike. Têkildarî çalakiyên din jî Bêrîvan got "Em ziyaretkaran fêrî lîstika satrancê dikin. Em belgefîlman nîşan dide. Her wiha xelk li vir li ser pirtûkan nîqaş dike.”

Bêrîvan da zanîn ku kesên bi temenî jî serdana mala xwendinê dikin û diyar kir ku armanca mala xwendinê pêşxistina çanda xwendinê di nava xelkên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de ye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.