Têkoşîna wê rê nîşan dide

Sêşem 1 Cotmeh 2024 - 03:05

Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û Edîtora Kovara Jineolojiyê Rojnamevan-Akademîsyen Nagîhan Akarsel ku di 4'ê Cotmeha 2022'an de li bajarê Silêmaniyê ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin, li bajarê Basel ê Swîsreyê bi çalakiyekê hate bibîranîn. Çalakiya ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Baselê hate lidarxistin, di şexsê Nagîhan Akarsel de ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna şoreşê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Çalakî bi panela li ser têkoşîna Nagîhan Akarsel destpê kir. Panela ku bi moderatoriya Rojnamevan Ronî Eylem hat kirin, Siyasetmedara Kurd Şukran Sîncar, ji endamên Akademiya Jineolojiyê Necîbe Qeredaxî û Elîf Kaya weke axaftvan tevlî panelê bûn. Ewil Rojnamevan Ronî Eylem mafê axaftinê girt û bal bire ser nasnameya têkoşer a Nagîhan Akarsel û got:“Nagîhan xwedî kesayetekî ku tu car dev ji têkoşîna xwe bernedida bû.”

Navê guhertin û veguhertinê

Siyasetmedara Kurd Şukran Sîncar jî diyar kir ku jinên Kurd bi têkoşîna xwe guhertin û veguhertineke bi kok afirandine û wiha got:“Jin êdî bi fikir û nirxandinên xwe jiyaneke nû diafirînin. Di nava civakê me de jî guhertineke bi hêz û bi kok hate afirandin. Rêxistinbûna jinan li dijî zîhniyeya mêr a 5 hezar salî ku jin qebûl nake, şereke mezin vekir. Nagihan yek ji pêşengên ku vê şerê rêve dibir bû. Nagîhan navê guhertin û veguhertinê bû. Bi saya têkoşîna wan îro dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” bûye hêviya jinên cîhanê.” Endama Akademiya Jinelojî Elîf Kaya jî pêşkêşiya bi sernavê “Çima ji jinan ditirsin” kir. Elîf Kaya bi vegotinên bîranînên xwe yên bi Nagîhan Akarsel re dest bi axaftina xwe kir û got:’’Nagîhan hevala min a xebatê bû. Têkiliya wê ya bi jiyanê re pir xurt bû. Êşa her jineke, kenê her zarokekî ji dil hîs dikir. Dema Nagîhan hat qetilkirin me ev yek baş fêm kir. Nagihan xebatên Jineolojiyê dimeşand, ji bo ku jin xwe û çanda xwe nas bikin, dixebitî. Hewl dida ku yekîtiya jinên Kurd ava bike. Wan ev yek weke xeteriyeke mezin dîtin. Kuştina Nagîhan rasterast li Enqereyê hatibû plankirin. Xwestin bi komkujiya Nagîhanê peyamekê bidin hemû jinan.’’ Ji Akademiya Jineolojiyê Necîbe Qeredaxî jî got:“Nagihan bi qasî ku ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin, bi heman awayî di encama xiyanetê de jî hat qetilkirin. Eger xiyanet nebûya Nagîhan nedihat şehîdkirin.” Piştî panelê, Însiyatîfa Edaletê ya Navneteweyî ya ji bo Nagîhan Akarsel der barê doza Akarsel a bi dawî bûye daxuyanî da. Însiyatîfê xwest kujerên rastîn ên Nagîhan Akarsel û hêzên li pişt wan bên eşkerekirin. Piştî daxuyaniyê, li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê Selma Sûrer axivî û bal kişandin ser girîngiya têkoşîna Nagîhan Akarsel. Çalakî bi xwendina helbestên Nagîhan Akarsel û konsera muzîkê ya Koma Kevana Zêrîn bi dawî bû.

ANF/BASEL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.