Hê Homo Sapiens nebû wan xanî çêkiribûn!

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 22 Îlon 2023 - 02:00

Wêne1: Banham et al, Nature (2023)

Wêne 2: Prof Larry Barham avahiya darî vedibîne. Elementên avê wê ji oksîjenê qut dikin û ew jî heta îro dimîne. Mafê wêne yê Prof Larry Barham ê ji Zanîngeha Liverpoolê ye.

“Kevintirîn avahiya darîn” li dinyayê, li ser sînorê di navbera Zambiya û Tanzanyayê de hat dîtin. Lê ne pêşiyên yekser ên mirovan Homo Sapiensan ew çêkiriye: Hineke din ew çêkiriye.

Ev “Kevintirîn avahiya darîn” li nêzî peravnên çemê Kalambo û ne dûrî sûlavkeke mezin hatiye dîtin. Ev strukturên darîn dibe ku ji bo bicihbûnê hatibin bikaranîn. Lê belê dibe ku weke dik yan jî rêyeke li ber çem jî hatibin bikaranîn.

Bi her awayî, ev strukturên sala 2019´an hatibûn dîtin, bi teknîka, “tesbîtkirina rohnîdîtinê” hatin lêkolan. Ev awayê analîzê, berê xwe dide wê yekê, bê ka tiştekî darî kengî cara pêşî rohnî lê ketiye û li gorî wê jî temenê wî dihesibîne. Zanyarên li Zanîngeha Aberystwythê ev analîz kirin û encama derkete holê lêkoler û zanyar matmayî hiştin: Ev avahiyên darîn, herî kêm beriya bi 400 û 76 hezar salan hatine çêkirin. Qederê 500 hezar salan beriya roja me ya îro!

Ev jî nîşan dide ku Homo Sapiens ev avahî çênekirine, lê pêşiyên din ên mirovan dibe ku ew çêkiribin. Ji ber ku li deverê wekî din tenê fosîlên Homo Heideilbergensis hatine dîtin, dibe ku wan ev avahî çêkiribin. Li temamê dinyayê fosîlên herî kevin ên Homo Sapiensan heta bi beriya 300 hezar salan beriya roja me diçin. Jixwe piştrastkirî avahiyên darîn ên ku Homo Sapiensan çêkirine qederê 10 hezar salî ne.

Ka ev avahiyên darî heta îro çawa karîn bimînin: Li gorî lêkoler û zanyaran ku encamên lêkolîna xwe di kovara Nature de weşandin, sedem çemê Kalambo û hêmanên ew bi xwe re tîne ye. wan ser van avahiyan xweşik girtiye û kiriye heta roja îro bimînin.

Encamên vê lêkolînê diyar e wê nihêrîna li pêşiyên mirovan ên ne Homo Sapiens jî biguhere. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.