Gula wî Kurdistan bû

Nûçeyên Dosye

Sêşem 9 Adar 2021 - 01:32

  • Sala 1970´yî di Koma Newroz a li Bêrûdê de tevî Seyîd Yûsif, Rifetê Darî, Izedîn Temo, Mehmûd Ezîz, Şêrîn Beror û Remezan Necim Omerî cihê xwe digire.

Mihemed Şêxo ew hunermend e ku bi Aylê Gulê di muzîka Kurdî de cihekî neyê jibîrkirin, çêkir. Gula wî Kurdistan bû, lê pê şa nebû. Piştî wefata wî li Rojava niha navê wî zindî ye.

Mihemed Şêxo, yan jî bi navê xwe yê medenî yê tam, Mihemed Salihê Şêxmûs (Bavê Felek) di sala 1948’an de li gundê Kirbawî yê Qamişloyê, tê dinê. Di nava malbata xwe ya welatparêze de wê guh neda şermdîtina muzîkê, û stran gotin. Mihemed Şêxo ji bavê xwe fêrî stranan bûye. 

Ew li dibistana destpêkê li gundê Xecokê, ya navîn li Qamişloyê dixwîne. Sala 1965’an ji ber nexweşiya di çavên wî de ji leşkeriya bi darê zorê hate efûkirin. Ji ber xizaniya malbatê, ew vedigere gund û bi bavê xwe re cotkariyê dike. Şêxo, gelek ji lêkolînê hez dikir, di gera xwe de li gundê Xirbê Kurma kesên bi navê Ekî Xelîl Êzîdî, Sihên Tofî û Helîmê Hiso nas dike û bi wan re diçe şahiyan. Piştre wî dest bi nivîsa bi Kurdî dike û helbestvanê bi nav û deng Cegerxwîn nas dike. Ew gelek helbestên Cegerxwîn û gelek helbestvanên din dixwîne û ji ber dike.

Bêrûd û Koma Newroz

Sala 1970’yî ew berê xwe dide paytexta Libnanê Bêrûdê û li wir dest bi xwendina muzîkê dike. Li wir bi alîkariya hunermenên Kurd, Seyîd Yûsif, Rifetê Darî, Izedîn Temo, Mehmûd Ezîz, Şêrîn Beror û Remezan Necim Omerî gelek şahî pêşkêş kirin. Yanî ew di nava komeleya Newroz de bi navê Koma Newroz hunerê xwe dikin. Di şahiya sînema Rêfolî ya Bêrûdê de tê naskirin. Ji ber şerê navxweyî yê Libnanê vedigere Rojava. Li Rimêlan komeke muzîkê saz dike, lê hêzên rêjîmê xebatên wan qedexe dikin. 

Sala 1970’yî Şêxo berê xwe dide Paytexta Iraqê Bexdayê û Başûrê Kurdistanê. Li Başûrê Kurdistanê tê naskirin û têkiliya wî bi gelek hunermendên wê derê re çêdibe. Li Başûr, Mele Mistefa Barzanî wî xelat dike.

Şervan û hunermend heta aşbetalê

Sala 1974’an careke din vedigere Rojava û Sûriyê û kasêta xwe ya yekem li Paytexta Sûriyê Şamê bi navê Gewrê qeyd dike. Ji ber zext û zordariya rêjîmê ya li ser wî, wê demê neçar dibe vegere Başûr û tevlî nav refên hêzên pêşmerge bibe. Li wir jî piştî hevpeymana Cezaîrê û Aşbetalê, berê xwe dide Rojhilatê Kurdistanê û li bajarê Mehabadê kasêta xwe ya bi navê "Ey felek" tomar dike. Kasêta wî pirr deng vedide û di nava civaka Kurdistanê de belav dibe. Li vir jî rastî zext û zordariya hêzên Îranê tê û surgûnî Azerbaycanê dibe. Şêxo jina bi navê Nesrîn ku keça fermandarekî pêşmerge bûye nas dike û pê re dizewice. Çar zarokên wî çêdibin.

Zexta rejîmê heta bi mirinê

Sala 1983’an careke din vedigere Qamişloyê û komeke muzîkê ava dike. Sala 1986’an kasêta xwe ya dawî tomar dike. Dikaneke kasêtan jî li Qamişloyê vedike. Lê hêzên rêjîmê dikana wî digirin. Mihemed Şêxo tê girtin û arşîva wî ya kasetan jî hingê tê desteserkirin. 

Mihemed Şêxo ji ber nexweşiyê radikin nexweşxaneya Wetenî ya li Qamişloyê û 9’ê Adara 1989’an ew li wir koça xwe ya dawî dike. Bi hezaran kesî cenazeyê Mihemed Şêxo bi merasîmekê li goristana Taxa Hilêliyê spart axê. 

Baha Şêxo kasêtên wî xilas kirin*

Birayê Mihemed Şêxo, Baha Şêxo sala 2018´an ji rojnameya me re got, "Sala 1977’an, min xwe fêrî tembûrê kir. Lê belê dema mirov ji malbata hunermendekî mîna Mihemed Şêxo be, hîna ji zaroktiyê ve stranan ji ber dike. Hin dengên tomarkirî hene, di sala 1973’an de Mihemed Şêxo li tembûrê dixe û ez stranan dibêjim." Yanî Mihemed Şêxo sala 1973´yan tenbûrjenekî baş e. 
Baha Şêxo wiha behsa girtina Mihemed Şêxo, dikanê û kasetên di tomargehê de ya sala 1987´an dike: "Sala 1987’an ez û ew, em ketin zindanê, tomargeha me hemû desteser kirin, hemû alav, kasêt û xebatên me birin. Piştî koça wî ya dawî bi çar salan, min bi bertîlê karîbû wan tiştan vegerînim. Heger îro dengê Mihemed Şêxo li nav gel belav bûye bê gûman girêdayî hewldanên min ên bicîhanîna wesiyet û layiqbûna wî bû."

* Ji Hevpeyvîna Yeni Ozgur Polîtîkayê bi Baha Şêxo re ya 27´ê Çileyê 2018´an bi sernivîsa "Dîlber li Qamişlo serbilind û bextewar e: Hunermend Baha Şêxo", hatiye girtin.

NAVENDA  NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.