Ji Mehmet Atli guldesteya ‘Min Dil Daye’

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 23 Kanûn 2023 - 00:54

Muzîkjen Mehmet Atli 6 helbestên Arjen Arî ku berê jî kiribûn stran, ji nû ve şirove kirin. Mehmet Atli her 6 stran di bin navê “Min Dil Daye” de kom kirine û li ser hesabê xwe yê youtube dane weşandin. 

Her wiha nivîskar Kemal Varol jî ji bo guldesteya “Min Dil Daye” pêşgotinek nivîsandiye. Helbestên Arjen Arî yên ku Mehmet Atli ji nû ve gotine ev in; Mihemedo, Wey Gidî, Bi Tena Serê Xwe, Heyrano, Megrî û Kolî Poşman. 

Beşek ji pêşgotina guldesteya “Min Dil Daye” wiha ye; 

Mehmet Atli di jiyana xwe ya muzîkê de gelek caran nêzî helbestê bûye û helbestên gelek helbestvanan çêkiriye û bi Koma Dengê Azadî dest pê kiriye û piştre jî weke hunermendekî solo berdewam kiriye. Ji bili vê, ev helbest ne hêsan bûn ku bêne çêkirin. Di nav van helbestvanên bêhejmar de, belkî herî nêzîk têkiliya Mehmet Atlı bi Arjen Arî re hebû. Bi awayekî peyvên li dengê wî digeriyan di stranên wî de jîn dibûn. Êşên demên dûr û nêzîk, derdên ferdî û civakî, ku gelek caran di helbestên Arî de derdikevin pêş, belkî sedema sereke bû ku ev herdu gihandin hev.

Niha jî Mehmet Atlı ji helbestên Arjen Arî yên ku di albûmên curbecur de belav bûne, di yek albûmê de bi navê Min Dil Daye berhev dike. Min Dil Daye ku şeş stranan dihewîne û dê careke din were guhdarîkirin, berhemeke gihîştî ya helbestvanekî ku bê wext koça dawî kiriye û her wiha muzîkjenekî şanaziya muzîka kurdî ye. Dengê ku li peyvên xwe digere, peyva ku li dengê xwe digere, di dawiyê de bi albuma Min Dil Daye re tên cem hev.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.