Ya me hemûyan e

Nûçeyên Çand/Huner

În 23 Sibat 2024 - 00:55

  • Komek muzîkjenên ku li ser gîtarê hûr bûne pirtûkeke bi navê “Akorên Gîtarê yên 13 Salên Dawî” hazir kirin û ev pirtûk weke PDF li ser malpera Helezonîk Kreşendo parve kirin. Komê pirtûka xwe weke xebateke dûrî armancên ticarî nîşan kir û got ev pirtûk ya me hemûyan e.

Pirtûka "Repertuwara Stranên Kurdî bo Akorên Gîtarê" yên 13 salên dawîn ku gotinên stranan û qalibên rîtmên wan dihundirîne derket. Koma vê xebatê ku bi armanca 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê danasîna vê pirtûkê kir, da xuyakirin ku bi xebatên çandî yên bi vî rengî ew hêvî dikin ku wan hêz daye têkoşîna li hemberî mêhtingerîya çandê û asîmîlasyonê.

Di pirtûkê de ya ku akorên 110 stranên Kurdî vedihewîne, bêyî ku li asta navdarîya stranbêj û koman were nêrîn, stranên wan ên ku li muzîka Kurdî hatine zêdekirin cih digirin. Koma ku pirtûk amade kir jî ji muzîkjenan pêk tê, wan da xuyakirin wan pirtûk bi armanca lêdana gîtar, ûkûlele û pîyanoyê amade kiriye. Di naveroka pirtûkê de nîşandana akoran, lêdana rîtman û lînkên QR'ê yên vîdeoyên ku lêdana rîtman nîşan didin cih digirin.

Pirtûk ji malpera Helezonik Kreşendoyê dikare bê wergirtin. Her wiha pirtûk ji hêla Weşanên Ceylanê jî hatiye çapkirin. Koma xebatê di pêşgotina pirtûkê de bîr û bawerîyên xwe yên di vî warî de anîn ziman.

Bila ruhê têkoşînê kêm nebe

Berî niha nêzî 13 salan me wekî komeke muzîkjen û perwerdekarên muzîkê "Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê" amade kiribû û ev xebata ku nêzî 200 stranan dihundirîne me wekî du cîldên pirtûkê çap kiribûn. Pêşgotina vê xebata me ya ku hîna jî hûn dikarin bi awayekî bêheq ji malpera me xwe bigihînine PDF'ya wê, bi vê hevokê bi dawî dibû: "Bila ji milê we gîtara we; ji dilê we ruhê têkoşînê kêm nebe. Piştî wê demê û heta niha li erdnîgarîya me; mêhtingerî şer, koçkirin, talan û pêkutî û helbet li hemberî wan jî berxwedan û serhildan kêm nebû.

Stran xwe li hemû hestan radipêçin

Mirovên ji bo cîhaneke azad û wekhev têdikoşin, hê jî bi amûrên cihêreng li hemberî pergalê li ber xwe didin. Di nav vê têkoşînê de, têkoşîna çandê xwedî cihekî girîng e. Ger ku pêkutîya ku dixwaze têkoşînekê bitepisîne, gelekî bêdeng bike û zimanekî bêpeyv bihêle hebe; mirovên ku stranên xwe bi vî zimanî hildiberînin, têkoşîne girîng pêk tînin. Stran dikarin xwe li hemû hestan rapêçin, belkî nikaribin hemû cîhanê biguherin lê belê bandorê li kesên ku cîhanê biguherînin dikin. Ji ber vê yekê jî me xwest em van stranên ku hatine afirandin bigihînin gelek mirovên dîtir.

Xebateke dûrî armancê ticarî

Di pirtûkê de 200 stran hene. Ev stran, ji nav stranên Kurdî yên 10 salên dawîn hatine bijartin. Di bijartina stranan de rêgezên wekî guncawbûna stranê bo lêdana gîtarê û xwedîtîya hunermend a gotin û muzîkê stranê hat esasgirtin. Lê belê ji alîyekî ve jî ji ber ku kesên ji vê pirtûkê sûdê werbigirin zêdetir bi fêrbûna gîtarê re têkildar in an jî lê didin, me rîtm û tonên ciyawaz li ber çavan girtin. Her wiha ji ber ku ev pirtûk weke lîsteya pêşniyar a guhdarkirinê ye, heta ji destê me hat me cih da stranên gelek muzîkjenan. Ji bo qaliba rîtmê ya her stranê me dîyagram amade kir û ji bo her qalibê jî me videoyeke nimûne jî kişand. Me videoya her qalibê li rûpelan wekî koda QR ê bi cih kir. Helbet dibe ku kêmasî û şaşî hebin. Ger ku hûn ji me re ragihînin, hûn ê hêzê bidin vê xebatê. Hûn dikarin ji vê navnîşanê me re binivîsin: helezonikkresendo@gmail.com

Pirtûk bi tu armancên tîcarî nehat amadekirin û keda gelek muzîkjenan tê de heye. Her wiha dema em keda kesên ku ev stran çêkirî, tomar kirî û sererast kirî jî lê zêde bikin, em ê bibînin ku ev pirtûk ne ya tu kesî ye, ya me hemûyan e. Li ser vê bîr û bawerîyê jî ev pirtûk niha ji ser malpera helezonikkresendo.com ê bi awayekî bêheq weke PDF tê daxistin. Ji ber ku ken, heke miletek bikene, ken e!

Ji bo daxistina pirtûkê lînk li jêr e;

https://helezonikkresendo.com/muzik-dokumanlari/

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.