Hemû stranên ‘Koma Asmîn’ hatin berhevkirin

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 27 Kanûn 2023 - 00:20

KOM Muzîkê hemû berhemên Koma Asmînê di albûma bi navê “Ez Keç im Keça Kurda me” de berhev kir.  

Berhemên kurdî yên Koma Asmîn a ji aliyê 11 stranbêjên jin ve di bin banê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) de hate avakirin ku berê di hin bernameyên televizyonan û konseran de digotin, di albûmekê de hatin berhevkirin. 

Kom Muzîkê navê “Ez Keç im Keça Kurda me” ku Koma Asmîn weke stran digot li albûmê kir. Albûm di hemû platformên dîjîtal de bi guhdarvanan re hate parvekirin.  

Hunermendên jin ‘Koma Asmîn’ ava kirin

Koma Asmîn di sala 1998’an de li Stenbolê di bin banê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) de hate avakirin. Koma ku Ayfer Duzdaş, Gulê Mayera, Gulbahar Kavcû, Meral Tekçî, Nûrcan Degîrmencî, Rûken Gokçe, Rojda, Selda Daşçi, Serap Sonmez, Şengul Pak û Zelal Gokçe tê de cih digirtin, ji ber temamê endamên wê jin bûn mohra xwe li wê serdemê xist.  

Komê di salên hate avakirin de di hin konser û bernameyên televizyonan de gelek stranên kurdî gotin. Gelek stranên ku komê gotin, hêj li ser zimanê beşeke mezin a civakê ne û tesîra xwe li xelkê dikin.

STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.