Ziryanim; tofana dilê helbestvan e

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 10 Çile 2024 - 04:35

TOLGA GUNEY / MA / ÎZMÎR

Hunermendê kurd Kasim Taşdogan di 27’ê meha Kanûna 2023’an de strana bi navê “Ziryanim” di hemû platformên dîjîtal de pêşkeşî muzîkhezan kir. Taşdogan ê zêdetirî 15 salan e bi muzîkê re eleqedar e, di 5 salên dawî de jî bêhtir bala xwe daye ser muzîka Kurdî û stranên bi Kurdî dibêje. Taşdogan ê bi stranên weke “Rê” û “Xem neke” tê nasîn. Wî herî dawî jî helbesta nivîskar û helbestkar Ramazan Çeper a bi navê “Ziryanim” ku 23 sal in girtiye kir stran. Stran behsa Şengalê û civaka Êzidî dike. Her wiha wêneyê ku di klîpa xwe de bikaraniye jî yê Mahmut Ulusan e. Ulusan jî weke Ramazan Çeper di hepsa Kandira ya Kocaeliyê de tê ragirtin.

Em bi Kasım Taşdogan re di derbarê strana wî ya nû ya ku diyariyê hepsiyên siyasî kiribû de axivîn.

Tofana dilê helbestvan e

Kasım Taşdogan da zanîn ku ew bi vê stranê balê dibe ser hepsiyên siyasî û got; “Helbest behsa Şengal, Êzîdxan û Laleşê dike. Ziryanim tê maneya tofanê. Helbestkar ev helbest di hepsê de nivîsandiye. Di dema komkujiya Şengalê de fikrên xwe û tofana di dilê xwe de vegotiye. Helbestkar li wir ji bilî fikr û ramanên xwe nikare tiştekî din bike. Me jî xwest balê bikişînin ser komkujiya li dijî Êzidiyan. Li hepsan dayik zarokên xwe, zarok dê û bavên xwe winda dikin. Emrê wan di hepsan de pûç dibe. Ji ber vê yekê di kesayeta Ramazan Çeper û Mahmût Ulusan de min xwest vê stranê ji bo hemû hepsiyên siyasî çêbikim. Ez vê stranê diyarî Şengalê û têkoşîna girtiyên ku demekî dirêje li hepsan tên ragirtin dikim.”

Nikarim bi zimanekî din şirove bikim

Tasdogan da zanîn ku ew penasekirina ‘muzîka kurdî’ xelet dibîne û got tiştekî wiha nîne. Tasdogan îşaret bi muzîk û çanda kurd kir û got; “Min nêzî 10 salan muzîka Tirkî çêkir. Ji sedî 90 repertûara min bi Tirkî bû ji sedî 10 bi Kurdî bû. Di dema pandemiyê de dema me li kafe û salonan muzîka kurdî çêdikir, pirsgirêk derdixistin hemberî me. Piştî wê pêvajoyê min jî got ez êdî ‘stranên Tirkî’ nabêjim. Ev ne weke xeteke sor e, an ku ez nabêjim teqez ez nabêjim. Lê heta ku ji destê min were ez ê muzîka kurdî çêbikim. Ez ji vê biryarê jî kêfxweş im û difikirim ku ez ê muzîka kurdî baştir çêbikim. Xewn û diyalogên min giş bi Kurdî ne. Ez nikarim van hestan bi zimanekî din şirove bikim.”

Bi sebir li benda rojên azadttir bin

Taşdogan, bang li ciwanên ku bi muzîkê re eleqedar dibin kir û anî ziman ku divê ciwan li dijî zehmetiyan bi awayekî hêsan dest jê bernedin. Taşdogan da zanîn ku ciwan bi taybetî pirsgirêka cih dijîn û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo ku li studyoyekê tu muzîkê çêbikî nêzî 50 hezar lîre mesref çêdibe. Ev jî kar zehmettir dike. Bi vî awayî cesareta hin hunermendên baş derb dixwe. Dixwazim ji wan re bibêjim; bila hinekî din têbikoşin, cesareta xwe kom bikin û sebir bikin. Ez hêvî dikim ku dê rojên azadttir jî werin û ew ê karibin hunerê xwe nîşan bidin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.