Klîpek ji bo ‘Berxwedana Şêx Maqsûd’

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 22 Sibat 2024 - 00:21

HESNA MIHEMED / NÛJÎNHA / HELEB

Li dijî êrişên komên çeteyan ên li ser taxên Şêx Maqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê ku di 16'ê Sibata 2016'an de dest pê kir û 8 mehan berdewam kir gelê taxê herikîn qadan. Di nava êrişan de gel têkoşîna xwe domand. Di Berxwedana Şêx Maqsûd de Tevgera Çand û Hunerê bi erka xwe rabû, roleke girîng lîst, destanên dîrokî vegotin ji bo ku di bîra civakê de bihêlin. Ji aliyê Tevgera Çand û Hunera Helebê ve klîpek bi navê "Berxwedana Şêx Maqsûd" hat amadekirin, li gorî derfetên kêm û tinebûna amûran jî dîsa îradeya wan xurtir bû. Strana klîpê wê demê li Efrînê hat tomarkirin û piştî serkeftina Berxwedana Şêx Maqsûd li Helebê hat çêkirin.

Der barê xebatên çandê û rola jinan a di Berxwedana Şêx Maqsûd de, hunermend Yesmîn Koşan ku ew jî di kilîpan de cih digre axivî.

Heya serketinê me dev jê berneda

Yesmîn Koşan di destpêka gotinên xwe de behsa xebatên di nava çand û hunerê de kir û got: "Ez ji sala 2013'an ve di nava xebatên çand û hunerê de cihê xwe digrim bi taybetî di beşa muzîkê de weke hunermend dixebitim. Şerê Şêx Maqsûd şerekî gelek dijwar û giran bû. Taxên Şêx Maqsûd ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve di nava şer û êrişan de bûn lê di sala 2016'an de şer girantir bû, êrişên gelek hovane bûn. Ruxmî ku taxên Şêx Maqsûd û Eşrefiyê gelek biçûk in jî berxwedan û têkoşînek gelek mezin dan meşandin û bûn xwediyên destanên dîrokî. Ji ber vê yekê dijmin her dem plan dikir ku wan taxan dagir bike. Li dijî êrişên ku hatin kirin gel di nava tevgerê de bû, li ser piyan bû. Em li kêleka şervanên xwe disekinîn her wiha me li taxê jî xebatên parastinê dida meşandin. Me tu carî dev ji taxa xwe berneda heya ku em gihîştin serkeftinê."

Bi rêya stranan berxwedanê vedibêjin

Yesmîn Koşan herî dawî diyar kir ku armanca wan bi stran û berhemên ku derxistine ew e ku êş û azarên Şêx Maqsûd vebêjin û got: "Armanca me bi çêkirina stran û klîpan ew e ku em êş û azarên taxa Şêx Maqsûd di dîrokê de binivîsînin. Bi riya stranên xwe me xwest berxwedana ku hatiye jiyîn her dem zindî bimîne û neyê jibîrkirin. Ji ber ku çand bîra civakê ye û bi hunera xwe her dem berxwedan, têkoşîn û êşên ku hatine kişandin qeyd dike. Her wiha em ji cîhanê re ragdigihînin ku gel li Şêx Meqsûd çawa li ber xwe daye û êşên mezin kişandine. Li gorî derfetan û bi israr me hewl da bi cil û bergên Kurdîi em vê klîpê tomar bikin. Stranên ku hatine derxistin, her dem berxwedana Şêx Maqsûd di bîra mirovan de dihêlin û wan rojan di bîra me de dihêlin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.