Metodên kurdewar ên muzîkê

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 23 Kanûn 2023 - 00:39

  • Ma Musîc tenê ne di warê pratîkê de muzîkê îcra dike, her wiha ew di warê teoriyê de jî berheman hildiberîne. Pirtûkên bi navê “Hînkera Zerb û Rîtmên Kurdî” û “Metoda Kemanê” ku di warê xwe de bê qisûr in, ji hêla Ma Musîcê ve hatin çapkirin. Pirtûk bi metodên kurdewar dadikevin û muzîkê şirove dikin.

Ma Musîc ku di warê muzîka Kurdî de li Amedê weke navendeke afirîner tê zanîn, ji bilî perwerdeya muzîkê û konserên li bajaran, vê carê jî du pirtûkên muzîkê çap kirin. Pirtûkên hatine çapkirin, di warê muzîkê de tikî tenê ne û nimûneyên bi vî rengî hîna nehatine çapkirin. 

Yek ji van pirtûkan, “Hînkera Zerb û Rîtmên Kurdî” ye ku ji hêla Pejman Ehmedzadeh û Tofîq Faqîhzade ve hatiye nivîsandin û bi metodên zerbê dadikeve. Pirtûka din jî “Metoda Kemanê” ye ku ji hêla Brûsk Zanganeh ve hatiye hazirkirin. Her wiha pîyanojen Sergio Escalera jî hevkariya Brûsk Zanganeh kiriye û ew jî bi metoda kemanê daketine. 

Berpirsyarê Ma Musîcê, Şêrko Kanîwar da zanîn ku ev cara yekem e pirtûkan çap dikin û dewama pirtûkên bi vî rengî wê were.

Huner hêmaya danasîna neteweyekê ye

Rehmet Îbrahîmiyan ji bo pirtûka “Hînkera Zerb û Rîtmên Kurdî” pêşgotinek nivîsandiye û di pêşgotina xwe de dide zanîn ku parastina çandê erka her mirovê dilsoz û xwedîraman e. Her wiha ew huner jî weke beşeke mezin a berbiçav a çanda neteweyan bi nav dike û dibêje; “Muzîk jî wekî yek ji şaxên hunerî dikare bibe hêmaya danasîna neteweyekê. Netewa Kurd jî ji ber dîroka xwe ya bi hezaran salan, di vê mijarê de yek ji neteweyên herî dewlemend e. Lê berovajî vê, di warê tomara huner, çand û zimanî de bi sedemên cur bi cur ku behsa wan di vê deqê de ne pêkan e, gelê Kurd nekarîye vî karê esasî pêk bîne. Pirrî caran jî ji pirr hêlan ve, heger gavek jî hatibe avêtin, hatiye astengikirin û xebatên ku hatine kirin jî, neyaran bi avakirina dîrokek seranser derew û reklam û wekî din li ser navê xwe tomar kirine.”

Bi awayekî kurdewar şirove dike

Rehmet Îbrahîmiyan di dewama pêşgotina xwe de girîngiya pirtûkê bi vî awayî tîne ziman; “Li ser mijara vê pirtûkê ku muzîk û rîtm e, hewlek hatiye dayîn ku şêwaza jenîna amûra Zerbê bi awayekî kurdewar were şirovekirin. Pêşîya vê pêngavê hunermendên din jî xebitîne û wan kariye bê westan komek qeyd û deng ji jenyar û çalakvanên vê amûrê kom bikin û di dawî de wekî pirtûkekê çap û belav bikin. Rêheval û huherxwazê kedkar û çalak, kak Pejman Ehmedzade di rêwîtîya vê xizmetê de bi hevkarîya hevalê hunermend Tofiq Feqêzade, bi nêrîneke cuda ji bo komkirin û xizmetê hewil dane û hêvîdar im ev pêngav bikare rêya fêrbûn û danasîna zêdetir a şêwaza amûrjenîya Kurdî geştir bike.”

80 stran û rêwîtiya zarokatiyê

Kemanjen Brûsk Zangeneh jî dide zanîn ku di pirtûka “Metoda Kemanê” de 80 stran hene û ev stran weke stranên zarokatiya xwe yên ku tesîr lê kirine bi nav dike. Brûsk Zangeneh got; “Şanaziya herî payebilind ev e ku derfeta mirov hebe tiştê di dilê wî de şax û kok berdaye, bi kesên din re parve bike. Ez bi dilxweşî û serbilindî vê berhevoka melodiyan, vê pirtûka kemanê ji bo zarok û xwendekarên destpêkê, pêşkêş dikim. Ev pirtûk bi tenê muzîkê di xwe de nahewîne; li gel muzîkê, ew hilgira bibîranîn û hestên min e ku wan bi salan re teşe dane min. Hema hema 80 stranên di vê pirtûkê de rêwitiya zaroktî û mezinbûna min nîşan didin. Pirraniya van newa û awazan, di demên dirêj de hevaltî bi min re kirine û bi awayên cuda di qonaxên rengo rengo ên jiyanê de rê nîşanî min dane. Loma, her stranekê di dilê min de ji xwe re ciyekî taybet çêkiriye. Ez bi dilê pak û ji dil û can dixwazim ev stran ciyekî jî di serboriya we ya muzîkê de bibînin.”

Deriyek li dinyaya muzîkê vedike

Brûsk Zangeneh navê muzîkjenên ku hevkariya wî kirine yên weke Şêrko Kanîwar, Ramin Rabiei û Sergio Escalera jî bi bîr tîne û dide zanîn ku bêyî van kesan ew ê nekarîbûya pirtûkê çap bike. Brûsk Zangeneh got; “Afirandina vê pirtûkê rêwîtiyek bû ku bi evîn, xwedayîn û hevkariyê mişt bû. Hûn kesên ku seranserê vê rêwîtiyê piştgiriya min kirine, ez ji dilkê dil spasdarê we me. Dibe ku ev pirtûk ji bo kesên ku di destpêka rêwîtiya xwe de ne, deriyekî li dinyaya muzîkê veke. Bihêlin bila her nota hestên we tev rake û çîroka we birêse. Hêvî dikim, ew di her dema xebatê de we dilşad bike û ji bo we bibe sebeba besteke mezin. Hêvî dikim, hûn jî bi evîn û kelecana ku min pê ev pirtûk nivîsî, xebata muzîkê bikin. Bila muzîk we bi pêş ve bibe û têlên amûra we bi şadî û aheng bilerizin.”

Di çarçoveya Fûara Pirtûkan a Amedê de ew ê roja Şemiyê (îro) saet di 18:00’an de li Salona Firatê ji bo pirtûkên “Danasîna Hînkera Zerb û Rîtmên Kurdî” û “Metoda Kemanê” çalakiya îmzeyê pêk werin. Her wiha konserek jî wê were lidarxistin. Pejman Ehmedzadeh wê li zerbê bide û stranbêj Mesûd Gever jî stranan bibêje.

AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.