Gracias Mercedes Sosa*

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 16 Cotmeh 2021 - 01:08

  • Muzîkjen Gustavo Santaolalla ji bo Mercedes Sosa dibêje, “Ew jidil jî ji bo me wek dayikekê ye û wek gencîneyeke neteweyî ji Arjantînê wêdetir e.” Mirov dikare ji bo Sosa her wiha bibêje, ew dayika hemû kesên bindest, mişext û berxwedêr bû û bi stranên xwe dibû dengê bêdengiya wan.

ARDÎN DÎREN

Me gelekan ew bi strana “Gracias a la vida” nas kir. Wek ku em wê ji mêj ve nas bikin û yeka ji nav malê be, ewqasî dilsoz bû û dengê wê ji me re qet ne xerîb bû. Gava ew dest bi vê stranê dike çawa ku hemû êşên dinyayê bikewin û birîn bi derman bibin. Bi vê stranê, di nav aramiyê de dengekî bi hêz, dengekî dilnizm û xwedî hest bilind dibû ber bi kerikên guhê dinyaya kerr ve! Dinyaya kerr ya ku guhê xwe ji xizan û bindestan re girtibû, tenê bi dengên wiha bi xedariya xwe dihesiye û li çavsoriya xwe mikur dihat. Gracias a la vida, piştî salên 1970’yî, li meydanan dibû dengê serhildêriyê û wek dirûşmekê bilind dibû. Mercedes Sosa li gel xedarî û çavsoriya mirovan û dinyayê jî dîsa ji jiyanê hez dikir û malavahiya xwe pêşkeşî wê dikir. Wê ji jiyanê re digot, “Gracias a la vida que me ha dado tanto”*

Gencîneyeke neteweyî ye

Muzîkjen Gustavo Santaolalla ji bo Mercedes Sosa dibêje, “Ew jidil jî ji bo me wek dayikekê ye û wek gencîneyeke neteweyî ji Arjantîn wêdetir e.” Mirov dikare ji bo Sosa bibêje, ew tenê ne gencîneyeke neteweyî lê gencîneyeke muzîka dinyayê ye jî. Her wiha ew dayika her kesa bindest, mişext û berxwedêr bû û bi stranên xwe dibû dengê bêdengiya wan. Sosa, sala 1935’an li San Miguel, li Tucuman tê dinyayê. Ew di 15 saliya xwe de di radyoyekê de stranan dibêje û ji folklora Arjantînê sûdê werdigire. Lê kesê ku rê nîşan dide Atahualpa Yupanqui ye, Atahualpa bestekar, gîtarîst û helbestkar e. Ew ji kok û rehên Arjantînê yên dîrokî û kelepora gelên Arjantînî muzîkeke resen ava dike ku berê li Arjantînê ti kesî ev muzîka folklorîk neceribandiye. Sosa, destpêkê di bin bandora wî de dimîne û bingeha muzîka xwe bi saya wî xurt dike.

Rastî tiştekî polîtîk e 

Sosa sala 1959’an albuma xwe ya yekem ya bi navê “La Voz de la Zafra” derdixe, destpêkê hinekî amator e lê piştî demekê ew hunermendên wek Jorge Cafrune û Violetta Parra nas dike û dibe yek ji avakarê “nueva cancion” (Stranên nû) ku wê demê pêleke nû bû li Şîlî û Arjantîn. Ev pêla nû ya stranan li Emerîkaya Latîn, li hember dîktatoriyan behsa hêz, xeyal û nasnameya kesayatan dikir. Ji lewma kesên otorîter ji vê pêla muzîkê ditirsiyan û endamên wan sansûr dikirin yan jî digirtin. Sosa jî li gel xeyal û kesayetiya xwe ya bi hêz bêhtir bi muzîka folklorîk re mijûl dibû û dixwest muzîka Arjantînê bi şêwazên nûjen ji nû ve şirove bike. Sosa, rasterast bi siyasetê re mijûl nebû lê wê li ser dikê her tim nihêrînên xwe yên sosyalîst dianîn ziman. Sosa ji bo vê rewşê digot, “Divê naverokeke stranê ya civakî jî hebe, lê meseleya bingehîn rastî ye. Ji xwe li Emerîkaya Latîn rastî tiştekî polîtîk e.” 

Bi salan li sirgûnê dimîne

Sala 1979’an li Arjantînê bi destê Jorge Vidala darbeya eskerî çêdibe. Li Arjantînê di van salan de kesên çepgir û sosyalîst tên girtin û di hepsê de êşkence li wan tê kirin. Dengê Sosa jî ji bo wan tehlûke bû û çavên wan gelekî ditirsand. Ji xwe Sosa jî her kêlî, wêrek bû û li ser dikê nihêrînên xwe dianîn ziman. Rojekê gava ew li ser dikê ye tê girtin û paşê jî dikeve hepsê. Piştî ku ji hepsê derdikeve ew sirgûnî Madrîdê dibe û heta sala 1982’yan li Ewrûpayê dimîne. Piştî cûntaya leşkerî dipelişe, ew vedigere welatê xwe Arjantînê. Ew li gelek deverên dinyayê konserên mezin dide û bi dengê xwe dibe dayika Emerîkaya Latîn. Dinya wê bi vî navî nas dike. Sala 1999’an bi albuma xwe “Misa Criolla” di beşa folklorê de “Albuma herî baş ya folk” tê hilbijartin û Grammya Latînî werdigire. Ew sê caran xelata Grammya Latînî werdigire û heya mirina xwe 40 album derdixe. Sosa digot, “Ez ji bo stranan bibêjim hatime dinyayê, tiştê herî zêde jê hez dikim jî ev e.”

Ji sentezkirina muzîkê hez dikir

Sosa çendîn bi muzîka folklorîk hatibe naskirin jî deriyê wê tim li şêwazên nû yên muzîkê vekirîbû. Destpêkê tango û operayê bandor lê kiribû. Lê wê di demên xwe yên dawî de muzîka rock û folklorîk jî bi hev re diceribandin û stran digotin. Carinan, nêzî muzîka pop jî dibû. Ew bi Sting, Joan Baez, Luciano Pavarotti û Shakira re xebitî û bi wan re li ser dikê stran gotin. Ji ber vî awayî rûyekê wê yê nûjen hebû û ji sentezkirina muzîkê hez dikir. 

Mercedes Sosa di 74 saliya xwe de 4’ê Cotmeha sala 2009’an ji vê dinyaya gewrik bar kir; wê dixwest li dinyayê wekhevî, aştî û azadî pêk were. Bi gotina wê ew ji bo stranan bibêje hatibû dinyayê, wê ev yek bi serbilindî kir û li pey xwe gencîneyeke mezin a muzîkê hişt. Gracias Mercedes Sosa, gracias**.
 
*Mala te ava jiyan, ji bo ew tiştên ku te heya niha daye min
*Malîava Mercedes Sosa, malîava.

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.