Gomîdas li Qamişlo hat bibîranîn

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 30 Îlon 2024 - 00:59

Encumena Civaka Ermenî ya bajarê Qamişlo bi minasebeta roja jidayikbûna (26 Îlon 1869) ya muzîknasê Ermenî Gomîdas Vardapet semînerek da.

Semîner li Hola Parka Xwendinê ya Qamişlo bi amadebûna dehan kesên ku di nava wan de rêveber saziyan girêdayî Rêveberiya Xweser û endamên Yekîtiya Rewşenbîran a Cizîrê jî hebûn, hat dayîn.

Endamê Komîteya Perwerde û Fêkirinê ya Encumena Civaka Ermenî ya Qamişloyê Hena Somî ku semîner da, derbarê jiyana Gomîdas de agahî dan û got ku Gomîdas yekem kesê dibistana muzîka Ermenî ya netewî ava kiriye.

Hena Somî da zanîn ku Gomîdas bi hezaran stranên gelên herêmê kom kirine û herî zêde li ser muzîka ku êşa gelê Kurd û jinan vedibêje rawestiya ye.

Hena Somî anî ziman ku Gomîdas tevahiya jiyana xwe bi lêgerîna li ser mûzîk û hunerê derbas kiriye û got: "Civak xwedî li wêje û zimanê xwe derkeve, civaka xwedî hunereke xweş e. Gomîdas bandor li tevahiya çanda muzîkê ya Ermenî kiriye û gelek nifşên Ermenî di warê hunerê de fêr kirine. Tenê bi xwendina hunera muzîka Ermeniyan re sînordar nemaye, bi muzîka Kurdî û Tirkî re jî mijûl bûye."

Semîner piştî axaftina Hena Somî bidawî bû. 

Gomîdas kî ye?

Gomîdas sala 1869’an li bajarê Kutahyayê ku îro di nava sînorên Tirkiyeyê de cîh digire hatiye dinê. Navê wî yê rast Sogomon kevrok Sogomonyan e.

Di zarokatiya xwe de dayik û bavên xwe winda kirin, lewma li cem dapîr û mirovên xwe mezin bûye. Di 12 saliya xwe de ji bo perwerdeya olî ew şandine Dêra Eçmiyadzin a li Ermenîstanê. Wê demê li Kutahyayê axaftina bi zimanê Ermenî qedexe bû, lewma Gomîdas tenê bi zimanê Tirkî di axivî. Lewma li Dêra Eçmiyadzîn îlahiyên bi Ermenkî xwendine, lê fêm nekirine. Di koroya (koma stranbêjan) dêra Ermeniyan de îlahîyên Ermenkî gotine. Piştî perwerdeya li vir, sala 1895'an wekî keşe (rahîp) hatiye qebûlkirin.

Ji muzîkê gelekî hes kiriye, lewma li gel erka keşetiyê, endamtiya xwe ya koroya dêrê berdewam kiriye. Piştî demekê bi armanca ku perwerdeyek baştir li ser muzîkê bibîne, çûye Almanyayê û li ser muzîka Ermenî lêkolîn kirine.  Sala 1899'an careke din vegeriyaye Eçmiyadzînê û dest bi hilberîna muzîkê kiriye. Her wiha li Anatolyayê û Kurdistanê jî gund bi gund geriya ye gelek stranên netewên cuda kom kirine. Li gorî hinek agahiyan di van gerên xwe de zêdetirî 4 hezar stran kom kirine, lê ji wan tenê hezar û 200 gihîştine roja îro. Bi vî rengî bûye yekem kesê ku ev stran veguherandina notayan û li ser wan gotar nivîsandine. Her wiha li gelek deverên cîhanê jî konferans dane.

Wekî yekek kesê ku dibistana muzîka Ermenî ava kiriye tê naskirin. Li bajarê Stenbolê ku wê demê paytexta Osmaniyan bû, koroyek ji 300 kesan pêk tê birê ve biriye.

Wexta ku 24'ê Nîsana 1915'an komkujiya Ermeniyan pêk hat, ew jî di nava 234 rewşenbîrên Ermenî de hat girtin. Demekê li kampa bajarê Çankiriyê tê girtin û piştre dişînin sirguniyê. Di vê demê de nexweş dikeve. Piştî demekê careke din vedigere Stenbolê, lê tiştên ku bi serê wî hatine, hişê wî daye windakirin. Gomîdas ku hişê xwe winda kiriye, çend salan li Stenbolê hatiye dermankirin, lê sala 1919'an ji bo ku baştir were dermankirin ew birine Fransayê. Li wir jî 18 salên xwe yên dawiyê di nexweşxaneyek psikîyatrî de derbas kirine. 22'yê Cotmeha 1935'an li heman nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye. Sala 1936'an jî cenazeyê wî birine paytexta Ermenîstan Erîvanê û defin kirine.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.