Gola Fêlaw bê xizmet e

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 27 Nîsan 2023 - 15:52

Xweşikbûna xwezaya Balakeyetî û bi taybetî Gola Fêlaw wisa kiriye ku hejmarek zêde ya geştiyaran berê xwe bidin Gola Fêlaw.

Lê ji ber xirabiya rê û nebûna xizmetguzariyan, geştiyar ji bo bigihin Gola Fêlaw neçar dimînin di rêyeke zehmet û nexweş re biçin.

Ferîq Mihemed yek ji wan geştiyaran e ku ji ber xweşikbûna Gola Fêlaw ev sala duyem e diçe golê. Ew dibêje, “Dîmenek gelek ciwan û balkêş heye. Lê xirabiya rê û nebûna xizmetguzariyan a li vê derê, zehmetiyên mezin ji geştiyarên re çêdikin.”

Ferîq Mihemed daxwaz ji hikûmetê û aliyên peywendîdar kir da ku xizmetguzariyên pêwîst ji bo deverê bikin û rêya Gola Fêlaw çêkin. 

Divê geştiyar vir qirêj nekin

Mihemed Nûrî jî ji Kerkûkê çûye serdana Gola Fêlaw. Mihemed Nûrî jî gazinan xirabûn û nexweşbûna rê dike û dibêje, geştiyar bi wesayîtên nizm nikarin bigihin nêzî golê. Mihemed Nûrî wekî din ji geştiyaran xwest, xwezaya deverê biparêzin û derdorê qirêj nekin.

Gola Fêlaw 10 kîlometre dûrî Binarê Çiyayê Sêkêl ê li nava sinorên gundê Bindayzan ê ser bi Çomanê ye. Her wiha 160 kîlometreyan dûrî parêzgeha Hewlêrê ye. Berfa ku timî li çiyayê Sêkêl dibare jî reng dide golê.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.