Gilî kiriye hay ji dozê nîne

Sêşem 28 Hezîran 2022 - 22:30

  • Yek ji gilîkerê di Doza Kobanê de Hasan Ûzûn doh di rûniştina dozê de got: “Ev doza çi ye, ez nizanim.” Gilîker Îbrahîm Taşdemîr jî got, ew ne gilîker e li dijî siyasetvanên tên dadgehkirin.

Yek ji gilîkerê di Doza Kobanê de Hasan Ûzûn doh di rûniştina dozê de got: “Ev doza çi ye, ez nizanim.” Gilîker Îbrahîm Taşdemîr jî got, ew ne gilîker e li dijî siyasetvanên tên dadgehkirin.

14’emîn danişîna Doza Kobanê ku hevserokên giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav 21 jê girtî bi giştî 108 kes tê de tên dadgehkirin, di roja diduyan de li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê doh bi rê ve çû. Di rûniştina li 22’yemîn

Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê de gilîker Hasan Ûzûn bi SEGBÎS’ê hazir bû. Wî got, “Ev doza çi ye ez nizanim.”

Serokê dadgehê got, gilîker Ûzûn 7’ê Cotmeha 2014’an birîndar bûye, navê siyasetvanên tên dadgehkirin xwend û mafê axaftinê da Ûzûn. Ûzûn got, “Min beriya niha îfadeyek dabû lê niha ez cuda difikirim. Fikrên min hatin guhertin. Li dadgeha we hikmên Xwedê nayên sepandin. Ji ber vê yekê, ez naxwazin îfadeyê bidim. Ez ji siyasetvanan gilîker nînim û vê dadgehê jî qebûl nakim.”

Paşê gilîker Îbrahîm Taşdemîr peyivî. Hatibû îdîakirin ku ew jî di dema xwedîderketina Kobanê de birîndar bûye. Gilîker Taşdemîr got, “Di dema bûyeran de ez li cihê bûyerê bûm. Ez ji aliyê kesekî ku min nas nedikir ve hatim birîndarkirin. Pişt re nayê bîra min.” Taşdemîr got, ji tu siyasetvanê li Doza Kobanê tê dadgehkirin, gilîker nîne.

Gilîker Sînan Piglis ê hingê zarok bû jî anî ziman ku ew ne gilîker e.

Gilîker Hazret Egît jî got: “Ez siyasetvanên navê wan hat xwendin nas nakim. Kesên ez birîndar kirim, ew nebûn. Ez naxwazim gunehê wan bixim stûyê xwe. Ez bawer dikim ku kesên ez birîndar kirim, dijminên min bûn.” 

Ecêb û sosret bû ku serokê dadgehê zext li gilîker kir da ku giliyê siyasetvanan bike.

MA/ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.