Gerîla artêşa Tirk şikand

Yekşem 24 Cotmeh 2021 - 23:43

  • HPG´ê da zanîn ku gerîlayên azadiya Kurdistanê bi 599 çalakiyan li Avaşîn, Metîna û Zapê 670 dagirker kuştin. Dewleta Tirk a ku 323 caran êrişên bi gazên kîmyewî kir, li hemberî gerîla şikest.

HPG’ê bîlançoya şer a 6 mehan a li eyaletên Avaşîn, Metîna û Zapê eşkere kir. Li gorî vê yekê 599 çalakî hatin kirin, 670 dagirker hatin cezakirin. Artêşa Tirk a dagirker jî 323 caran bi çekên kîmyewî êriş kir. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya şerê 6 mehan ên li eyaletên Avaşîn, Metîna û Zapê eşkere kir.

HPG´ê got, “Di çarçoveya Pêngavên Şoreşgerî yên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê de, li eyaletên me yên Avaşîn, Metîna û Zapê, şer û berxwedaneke destanî heye ku şeş meh li pey xwe hiştin û kete meha heftan. Ev pêvajoya şer dewam dike û encamên gelekî girîng ên dîrokî afirandine.”

HPG´ê got, tevî ku dijmin çekên kîmyewî bi kar tîne û PDK bi rê û rêbazên cuda hêzên gerîla mijûl dike jî, li Avaşîn, Metîna û Zapê dijmin têk çûye: “Têkçûna li vê derê bi qasî têkoşîna li Garê misoger e. Lê belê rejîma AKP-MHP’ê bi hewldaneke mezin hewl dide raya giştî bi vê têkçûnê nehese. Tevî ku çekên kîmyewî jî bi kar tîne, nekarî xwe ji têkçûnê rizgar bike. Lewma, bêencammana rejîma AKP-MHP’ê ya li hemberî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, kir ku krîza li nava sîstemê girantir bibe.”

Bi qasî şerekî cîhanê kîmyabaran

HPG´ê got di êrişên ji 23’ê Nîsanê ve xisûsa herî girîng, bikaranîna çekên kîmyewî ye û wiha dewam kir: “Di Sibata 2021’ê de ji bo têkçûna xwe ya li Garê binixumîne çekên kîmyewî bi kar anîn û 6 hevrêyên me şehîd kirin. Piştî ku hêzên me yên gerîla ji 23’ê Nîsanê û vir ve her cûre êrişên artêşa Tirk ên ji bejahî û hewayî bi taktîkên gerîla yên serdema nû pûç kirin, artêşa Tirk giranî da ser bikaranîna çekên kîmyewî. Bi qasî ku hêzên me tespît kir, di nava şeş mehan de 323 caran êrişên bi çekên kîmyewî li dijî wan hatin kirin, lê hejmara giştî ji vê yekê qat bi qat zêdetir e.

Di bîlançoya şerê şeş mehan de li eyaletên me yên Avaşîn, Metîna û Zapê 101 hevrêyên me şehîd bûn. Ji 101 hevrêyên me 32 hevrê bi êrişên çekên kîmyewî şehîd bûn. Tevî 6 hevrêyên me yên ku Sibata 2021’ê li Garê şehîd bûn, di nava vê salê de 38 hevrêyên me ji ber êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî şehîd bûn.”

HPG´ê li ser êrişên artêşa Tirk a dagirker ev agahî dan:

* Artêşa Tirk a dagirker ji hewayê û bejahiyê ve her roj bombardûmaneke giran li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê kir. Ne tenê li Herêmên Parastinê yên Medyayê her wiha bombe li gelek wargeh, bax, baxçe, gund û wesayitên li Bakurê Kurdistanê barandin. Ji ber van êrişan xisareke mezin a madî li xelkê me yê Başûrê Kurdistanê bû û gelek welatî jî şehîd bûn.

* Artêşa Tirk a dagirker, ji ber bêdengiya raya giştî û dewletên navneteweyî û saziyên peywendîdar, giranî da ser bikaranîna çekên kîmyewî. Di pêvajoya şeş mehan de li dijî çeper û tunelên şer bi giştî 323 caran çekên kîmyewî û gazên jehrî hatin bikaranîn. Tevî van hemûyan jî artêşa Tirk a faşîst nekarî encamê bi dest bixe. Di Îlon û Cotmehê de jî dest bi bikaranîna bombeyên kîmyewî yên cûreyekî nû kir, ku dibe sedema xisareke mezin.

* Leşkerê bi peyman ê artêşa Tirk Sezaî Gungor dema ku dixwest teslîmî hêzên me yên gerîla bibe, ji aliyê leşkerên Tirk ve hate kuştin.

Çalakiyên gerîlayan

HPG li ser çalakiyên gerîla jî ev agahî dan:

“Çalakiyeke serdegirtinê, 2 çalakiyên kemîndanînê, 12 çalakiyên xweberdana nava dijmin, 39 çalakiyên hêzên parastinê yên hewayî, 44 çalakiyên koordîneyî û hevdem ên gerîla, 54 çalakiyên sekvaniyê, 63 çalakiyên derblêdanê, 91 çalakiyên êrişê, 98 çalakiyên sabotajê, 132 çalakiyên bi çekên giran, 63 caran li dijmin hate xistin ku hewl dida bi pêş ve bê. Bi giştî 599 caran çalakiyên gerîla hatin lidarxistin.

Encamên çalakiyên hêzên me;

- 5 kontra, 665 leşker û çete bi giştî 670 dagirker hatin cezakirin.
- 96 dagirker birîndar bûn

Amûrên leşkerî yên ku hêzên me ji ser dijmin rakirin;

Cîhazeke ragihandinê ya bêtêl, çekeke MPT, çekeke bombeavêj, çekeke B7 (Bîsîvîng), dûrbînek rojê, dûrbîneke termal, dedektoreke mayinê, 2 dûrbînên çekê, 2 çekên BKC, 2 Drone, 2 wênegir, 6 çenteyên leşkerî, bi tonan teqemenî, kunyeyên leşkeran, gelek alavên leşkerî

Alavên leşkerî yên ji aliyê hêzên me ve hatin îmhakirin;

Wesayiteke leşkerî ya tîpa transît, kepçeyeke mezin, wesayiteke bi palet a ji dûr ve tê kontrolkirin, 2 amûrên leşkerî yên normal, 4 wesayitên tîpa Reo, 4 wesayitên leşkerî yên zirxî yên tîpa Kîrpî, 6 bombeavêj û çepera wê, 7 çekên A4 û çepera wê, kamelyayek, dûrbîneke teleskopê, 2 dedektor, 2 kamerayên li ser serî, 4 radar, 6 drone, 34 sîstemên kamera yên mobesse, bi dehan kon, mertalên fîşek tê re derbas nabin, bi tonan teqemenî û bi sedan çeper hatin îmhakirin.

Wesayitên dijmin ên ku hêzên me derb li wan xistin;

Kepçeyeke mezin, 4 kepçe, 5 wesayitên leşkerî, 6 drone, 6 helîkopter û 14 helîkopterên êrişê.”

Gerîlayan 2 dagirkerên din kuştin

Gerîlayên YJA Starê li Herêmên Parastinê yên Medyayê 2 dagirker ceza kirin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrîşên dagirker daxuyanî da.

HPG'ê got, ''Bi çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê de li herêma Metînayê, 23'yê Cotmehê saet 14:00'an hêzên me yên YJA Starê li Girê Koordîne bi taktîka suîkastê bi hevdemî li komeke dagirkeran da. Ev çalakî ji bo bîranîna fermandara me ya nemir Şehîd Bêrîtan hatiye kirin û di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin. Piştî çalakiyê dagirkeran bi helîkoptêran kuştiyên xwe rakirin.

Li Qada Berxwedanê ya Girê Qertel a herêma Avaşînê; 23'yê Cotmehê artêşa TC'ê ya dagirker bi gazên jehrî, çekên kimyewî û teqemeniyan êriş biriye ser Qada Berxwedanê Girê Qertal. Piştî vê bomberanê dagirkeran 8 caran xwe ceribandin ku bi pêş ve biçin, di navbera hêzên me yên li Girê Qertal û dagirkeran de şerekî giran qewimî, lê heta niha dagirker bi pêş ve neçûne. Artêşa TC'ê ya dagirker bi çekên kimyewî û teqemeniyan Qada

Berxwedanê bombe dike.

23'yê Cotmehê saet di navbeyna 14:30-23:20'an de qadên Stûnê û Girê Şehîd Elî yên li herêma Avaşînê bi helîkoptêran û balafirên şer hatin bombekirin. 

23'yê Cotmehê saet 11:30'an heta 24'ê Cotmehê sibehê qada Çemço bi balafirên şer û ji qereqolên ser sînor bi obûs û hawanan hat bombekirin.

23'yê Cotmehê gundên Dêşîşê û Serarû  yên li Kanî Masî ya Amediyê, Kela Qumriyê û qadên Koordîne, bi helîkoptêren êrişê hatin bombekirin.''

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.