Gerîla 4 çeper îmha kirin

Çarşem 31 Tebax 2022 - 22:24

  • Gerîlayan di yek çalakiyê de 3 çeper îmha kirin û 8 dagirker li Metînayê kuştin. Li Xakurkê jê gerîlayan cebilxaneyeke dijmin îmha kir û 6 leşker kuştin. Di çalakiyan de gerîla derb li du helîkopteran jî xist. 

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji bo hilanîna tola xelkê Kifrî, Şengal û Mexmûrê çalakî kirin û 16 dagirker kuştin. Wan cebilxaneyek û 4 çeper îmha kirin û derb li li 2 helîkopteran xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, "Di 5 çalakiyên tîmên me yên bi tevger de 16 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker birîndar bûn, cebilxane û 4 çeperên dagirkeran hatin îmahkirin. Derb li helîkoptereke bi tîpa Skorsky û helîkoptereke êrişê hatin xistin. Artêşa Tirk a dagirker Qadên Bexwedanê 7 caran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî, 6 caran bi helîkopterên êrişê, 5 caran bi balafirên şer, bi dehan caran jî bi çekên giran bombe kirin. Artêşa Tirk a dagirker li Qadên Berxwedanê yên Werxelê û Şikefta Birîndara hîn jî hewl dide tunelên şer birûxîne. PDK jî li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hîn jî bi hevkariya artêşa Tirk hewl dide rê çêbike.”

HPG´ê kite bi kite wiha behsa çalakiyên gerîlayan kir:

Li Metînayê

26'ê Tebaxê saet di 21:35'an de li Girê Şehîd Pîrdoxan ê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, tîmên me yên bi tevger li dijî dagirkeran çalakiyeke koordîneyî ya gerîla li dar xist. Baskê yekemîn ê çalakiyê xwe berda nava dagirkeran, ketin nava çeperan û bi bombeyên destan û çekên nîv otomatîk 3 çeperên dijmin rûxandin û 8 dagirker ceza kirin. Baskê duyemîn ê çalakiyê jî bi çekên nîv otomatîk û sekvaniyê li çeperekî dagirkeran xist û 2 dagirkerên tê de ceza kirin, 2 dagirker jî birîndar bûn. Tîmên me bi rêbaza teyrê baz û serketî çalakiyeke encamgir li dar xistin. Di dema vekişînê de êrişa hewayî hate kirin û di vê êrişê de hevrêya me Ronahî Devrîm şehîd bû.

30'ê Tebaxê saet di 21:05'an de derb li helîkoptereke Skorsky hat xistin, vê helîkopterê dixwest leşkeran li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê deyne. Helîkoptera Skorsky a derbxwarî, bêyî ku karibe hêzên xwe li qadê deyne, neçar ma ji herêmê biçe.

Li Zê (Zapê)

30'ê Tebaxê helîkoptereke êrişê ku dixwest bi şev bombeyan li Qada Berxwedanê ya Çemço bibarîne, hêzên me derb lêdan û neçar kirin ji qadê biçe.

30'ê Tebaxê saet di 22:00 de tîmên me yên bi tevger derb li helîkopterên êrişê xistin ku dixwest bombeyan li Qada Berxwedanê ya Sîdayê bibarînin. Di encamê de derb li helîkoptereke êrişê hate xistin û piştre jî helîkopter neçar man ji qadê biçin.

Li Xakurkê

30'ê Tebaxê saet di 09:00 de li herêma Xakurkê, li dijî dagirkerên li qada Girê Şehîd Derwêş bi çekên giran çalakî hate lidarxistin. Tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê derb li dagirkeran xistin ku li dora cebilxaneyekê kom bûbûn. Di vê çalakiyê de 6 dagirker hatin cezakirin û cebilxaneya dagirkeran hate îmhakirin. Piştî çalakiyê li cebilxaneya hate îmhakirin li pey hev teqîn çêbûn.

PDK hê jî rê çê dike

HPG´ê da zanîn ku hewldanên çêkirina rê yên PDK´ê ji bo dagirkeran dewam dikin û ev agahî dan: “Hewldanên hêzên PDK'ê yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê dewam dikin ku bi hevkariya artêşa Tirk a dagirker re rê çêdike. Di şeva 30'ê Tebaxê de di dema çêkirina rê de leşkerên Tirk ên dagirker bi feneran rê nîşanî hêzên PDK'ê dan û ew koordîne kirin."