Gerîla 2 dagirker ceza kirin

Sêşem 23 Mijdar 2021 - 23:24

  • Gerîlayên HPG û YJA Starê li devera Ermûşê ya Xakurkê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiya sabotajê kir. 

Gerîlayên HPG û YJA Starê li devera Ermûşê ya Xakurkê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiya sabotajê kir. Di çalakiyê de gerîlayan 2 dagirker ceza kirin. Li Metînayê jî sîstemeke kamera ya mobesse hate îmhakirin. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê got, "Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de; 16'ê Mijdarê li devara Ermûşê ya Xakurkê hêzên me demekê dagirker şopandin û piştre bi rêbaza sabotajê li wan da. Di encama vê çalakiyê de herî kêm 2 dagirker hatin cezakirin.

Artêşa Tirk a dagirker piştî çalakiyê li deverên Şehîd Bêrîtan, Şehîd Ehmed û Girê Qehreman dest bi operasyoneke berfireh kir.

Artêşa Tirk a dagirker bombardûmaneke giran li herêmê dike. Di navbera artêşa dagirker û hêzên me de şer dewam dike.

Agahiyên berfireh dema ku bi dest ketin, wê bi raya giştî re bêne parvekirin.

21'ê Mijdarê saet di 15:00´an de li herêma Metînayê li qada Koordîneyê, sîstemeke kamera ya mobesse ya artêşa Tirk a dagirker hate tespîtkirin û îmhakirin.

20'ê Mijdarê saet di 18:15'an, gundê Gûzê yê Garê û 22'ê Mijdarê jî danê nîvro derdora gundê Kanî Sarkê bi balafirên şer hate bombekirin.

22 û 23'ê Mijdarê artêşa Tirk a dagirker bi qereqolên li ser sînor obus avêtin deverên Çemço û Rênçbiraxa yên li herêma Zapê."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.