Di hefteya derbasbûyî de malpera Al-Monitor a emerîkî ku agahiyên xwe dispêre sê çavkaniyên taybet, ragihand ku serokê îstixbarata dewleta Tirk Hakan Fîdan ji bo vegerandina têkiliyên bi Îsraîlê re çend hevdîtin bi rayedarên Îsraîlê re kirine. Li gorî heman çavkaniyên Al-Monitor, Fîdan xwestiye ku careke din Îsraîl balyozê xwe vegerîne Enqereyê. Heta vê gavê, çavkaniyan agahiyên xwe yên sereke gotin. Lê helbet daxwaza dewleta Tirk ji van agahiyan zêdetir û girîngtir e.
Dewleta Tirk “piştî serkeftina Biden di hilbijartinên serokatiyê yên DYEʼyê de, lidarxistina lûtkeya Yekitiya Ewropayê (YE) di 10ʼê Kanûnê de, ji bo ferzkirina cezayan li Tirkiyê ji ber kirinên wê yên li rojhilatê Deryaya Spî, nîqaşkirina kongreya Emerîkayê ya ferzkirina cezayan li dijî dewleta Tirk ji ber kirîna moşekên S-400 ên rûsî û destpêkirina îmzekirina peymanên aştiyê yên Îsraîl û dewletên Ereban û destpêkirina xerabûna têkiliyên wê bi Îxwan Muslimîn re" êdî bi tena serê xwe li qadê ma. Nexasim piştî binkeftina Trump di hilbijartinan de, êdî hêviyên dawîn ên Erdogan têkçûn û yekser li rêyên din ên stratejîk geriya, da ku di nexşerêya sedsala bê de ku wê di bin rêveberiya Îsraîlê de be, cih bigire û careke din têkiliyên xwe bi Emerîkayê re vegerîne, bi taybet bi Biden û tîma wî re. Lewra destpêkirina hevdîtinên veşartî yên di navbera Enqere û Til Evîvê de û giringiya serdanên Fîdan di vê çarçoveyê de ne. Dewleta Tirk baş dizane ku bêyî desteka Îsraîlê, nikare bandorê li siyaseta Emerîkayê ya derve û hundirîn bike û li herêmê tiştên ku bixwaze, pêk bîne. Lewra dewleta Tirk ji bo tiştên ku dixwaze pêk bîne, bêyî Îsraîl û Emerîkayê dê nekare gavekê biavêje.
Li ser vî esasî jî dewleta Tirk di vê pêvajoya hesas û çarenûsî de, gavên xwe yên stratejîk ber bi Îsraîlê ve avêtin; dixwaze bi rêya Îsraîlê careke din li herêmê bibe aktor û tiştên ku dixwaze, pêk bîne. Dewleta Tirk ji xwe re dibêje ka çawa ew ji civîna sêalî ya di navbera Emerîka, Rûsya û Îsraîlê de dûr hate xistin, wê hemû hewldanên xwe bike ku dîsa bibe hevalbendekî stratejîk ê Îsraîl û Emerîkayê.
Lê pirsa ku derdikeve holê ev e; wê Îsraîlê Tirkiyê ji tecrîda wê rizgar bike?! Kurd dibêjin "Du serî di beroşekê de nakelin." Îsraîl bi destpêkirina peymanên aştiyê bi dewletên Ereban re dixwaze xwe ji tecrîdê xelas bike û êdî bazirganiyê bi awayekî azad bi cîranên xwe re bike. Di heman demê de, Îsraîl dixwaze bi rengekî nû serweriyê li ser Rojhilata Navîn bike û êdî ew rêveberiya pêvajoyê bike. Lê li hemberî Îsraîlê, dewleta Tirk dixwaze careke din Împaratoriya Osmanî li herêmên ku Îsraîl dixwaze lê bibe aktor, ji nû ve zindî bike. Tirkiye ji bo ku armanca xwe pêk bîne, rêbazên klasîk ên Şerê Cîhanê yê Yekemîn û Duyemîn bi kar tîne, ango destwerdana leşkerî ya nava karûbarên dewletan. Dagirkeriya dewleta Tirk li Sûrî û Iraqê û destwerdanên wê yên li Lîbya û aloziya Qerebaxê û binpêkirinên peymanên têkildarî lêkolîna gazê li rojhilatê Deryaya Spî, mînakên zindî yên hewldanên Tirkiyê ne. Li gorî ku diyar dibe, heke AKP bi rêbazên klasîk dewam bike û dagirkirinê bidomîne, wê bi Îsraîlê re negihêje tu encamên stratejîk ên demdirêj.
Dewleta Tirk di her pêvajoyeke girîng de, mixabin beriya Kurdan gavan diavêje. Dewleta Tirk wê her tişta ku ji destê wê were bike, da ku Kurd têkiliyan bi dewletên cîran re û di serî de Îsraîlê re çênekin. Di vê xalê de, hîna dîplomasiya Kurdan baş bi pêş neketiye û gavekê li paş e. Ji bo ku Kurd di vê dema hesas de bibin xwedî bandor, di serî de divê dîplomasiyeke wan a hevbeş li ser asta her çar parçeyên Kurdistanê hebe. Lê divê her parçeyek jî xwedî taybetmendiyekê be.